Viyan Leyla: Em bi awayekî çalak tevlî berxwedanê bibin
Viyan Leyla: Em bi awayekî çalak tevlî berxwedanê bibin
Viyan Leyla: Em bi awayekî çalak tevlî berxwedanê bibin
Viyan Leyla bang li ciwanên Kurd kir ku li dijî operasyonên qirkirina siyasî û polîtîkayên mêtîngeriyê yên AKP'ê têkoşînê xurt bikin û bi awayekî aktîf tevlî berxwedanê bibin. Leyla got, "Berxwedana Kobanê ji bo jiyaneke azad û demokratîk e. Ez careke din bang li ciwanên Kurd dikim ku bi awayekî çalak beşdarî berxwedana Kobanê bibin. Mîna li Rojava divê em li Bakur, Başûr û Rojhilat jî jiyana azad û demokratîk ava bikin û biparêzin."
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Viyan Leyla da xuyakirin, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst ên li hemberî Kobanê, mîna li nava tevahiya Kurdan di nav gelê Bakurê Kurdistanê de jî rê li ber hêrseke mezin vekirine û destnîşan kir, ku gelê Kurd li her cihê lê ye xwedî li berxwedana Kobanê derketiye. Leyla da xuyakirin ku serhildanên Kobanê ji ber vê xwedîderketinê derketine holê û anî ziman ku li dijî van çalakiyan mekanîzmayên komkujiyê ketine dewrê, bi dehan ciwan û mirovên Kurd hatine qetilkirin. Leyla diyar kir ku dewleta Tirk a nekarî xwe li vê xwedîderketinê rabigire, li dijî gelê Kurd bi taybetî jî ciwanên Kurd dest bi operasyonên qirkirina siyasî kiriye û got, "Bi van operasyonên qirkirina siyasî re nikarin ciwanên Kurd bêdeng bikin. Berevajî van serhildanan nîşan dane ku êdî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li hemberî gelê Kurd têk çûne. Ciwan û gelê Kurd wê bi canê xwe azadiya xwe û Kurdistanê biparêzin û pêşeroja xwe ava bikin."
'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'
Leya bal kişand ser qanûna nû ya ewlekariyê ku hikûmeta AKP'ê derxistiye holê û got, "Ev qanûn, rewşeke nû nîne, berê jî heman qanûn li hemberî zarokên kevir diavêtin hatibûn derxistin. Lê encam negirtin. Ciwanan serê xwe li pêşberî qanûn û zilma AKP'ê netewandin. Ev qanûn jî wê negihêje armanca xwe. Em ê berxwedan û têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin. Em ê li hemberî qirkirin û girtina ciwan, jin û tevahiya gelê Kurd bêdeng nemînin."
Viyan Leyla da xuyakirin ku yekane daxwaza ciwanên Kurd ên di pêvajoya serhildanên Kobanê de hatin qetilkirin, avakirina jiyaneke demokratîk a li Kurdistana Azad bû û got, "Em ê jî bibin şopdarên wan hevalên xwe. Ev yek ya wê bi muzakereyê bibe, yan jî em ê bibin dînamîk û hêza pêkanîna têkoşîna pêwîst a ji bo xwegihandina vê armancê."
'CIWAN BERÊ XWE DIDIN ÇIYÊ'
Leyla ragihand ku AKP dixwaze lêgerîna azadiyê ya gelan bitepisîne û têkoşînên şoreşgerî ji holê rake û got, "Li dijî polîtîkayên tinekirinê yên AKP'ê, divê ciwan hebûna AKP'ê ya li Kurdistanê biqedînin. Ji xwe ciwanên Kurd ên bi vê rastiyê hesiyane, diherikin nava gerîla."
‘BER BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ Û XURT VE’
Viyan Leyla bang li ciwanên Kurd kir ku têkoşîna xwe ji her demê bêhtir rêxistinî û xurt bimeşînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em bi saya can û xwîna gelek hevalên xwe yên şehîd gihaştine van rojan. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, weke tevgera ciwanan me berdêlên giran dan. Gelek hevalên me di rêya avakirina jiyana azad û demokratîk de gihaştin asta şehadetê û hînê jî em şehîdan didin. Berxwedana Kobanê ji bo jiyaneke azad û demokratîk e. Ez careke din bang li ciwanên Kurd dikim ku bi awayekî çalak beşdarî berxwedana Kobanê bibin. Mîna li Rojava divê em li Bakur, Başûr û Rojhilat jî jiyana azad û demokratîk ava bikin û biparêzin. Bi xurtkirina têkoşîna xwe re, divê em projeya Kurdistana demokratîk-azad a Rêberê xwe, bicih bînin."
