Veguhastina leşkerî ya ber bi Geverê ve
Bi dehan wesayîtên zirxî yên leşkerî ber bi Geverê ve hatin veguhastin.
Bi dehan wesayîtên zirxî yên leşkerî ber bi Geverê ve hatin veguhastin.
Ber bi navçeya Colemêrg Geverê, careke din hêza leşkerî hat veguhastin. Tevî jammerên sînyalan dişikînin û wesayîtên zirxî yên polîsan, konvoya ji dehan wesayîtên zirxî yên bi tîpa kîrpî ket navenda navçeyê.
Hin ciwanan qeşa û kevir avêtin wesayîtên leşkerî. Piştî ku konvoya ji wesayîtên leşkerî ket hundirê Fermandariya Alaya Navçeyê, wesayîtên polîsan jî xwe ji nava navçeyê vekişandin.