Vê carê keştî di tehmîratê de ye

Vê carê keştî di tehmîratê de ye

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ku bi miwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dozgeriyê dîsa bi hinceta keştî di tehmîrê de ye serlêdana parêzeran red kir.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Huseyîn Bogatekîn û Rezan Sarica ji bo ku bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dozgerê komarê serlêdana hevdîtinê redkir. Îdareya Girtîgeha Îmraliyê vêcarê jî astengiya ‘keştî di tehmîratê de ye’ hevdîtin asteng kir.

Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de (294 roj) berê çûbûn Îmrahiyê û ji wê demê heta niha hevditin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "kêştî xirabeya" û "rewşa hewayî" tê redkirin û hevdîtin tên astengkirin. Balkêşe ku vêcarê keştî di tehmîrê de ye.