30 meh in bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nayê kirin. Ev pêkanîn ku li Îmraliyê veguherî tecrîda mutleq hem li dijî hiqûqa navxweyî hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Serlêdanên ji aliyê parêzer û malbatê ve tên kirin bi hinceta cezayên dîsîplînê bê encam dimînin.
Tevî ku ev yek dikeve ber 'mafê hêviyê' derbarê Abdullah Ocalan de sererastkirinek nehatiye kirin. Li gorî Qanûna Înfaza Cezayê ya Tirk xala 107(16) kesên ku bi hinceta di çarçoveya xebatên rêxistinê de cezayê muebbetê yê giran li wan tê birîn, "heta mirinê" di girtîgehê de tên ragirtin.
Ev pêkanîna 'înfaza heta mirinê' ya Hiqûqa Ceza ya Tirk yekemcar bi biryara li hemberî Abdullah Ocalan kete rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME'yê di 18’ê Adara 2014’an de derbarê Abdullah Ocalan de biryara bi navê ‘Ocalan-1’ da. Komîteya Wezîran di vê biryarê de destnîşan kirin ku rêziknameyên li ser berdewamkirina cezayên giran ê heta hetayê li dijî qedexeya êşkenceyê ne û biryar da ku di vê mijarê de rêziknameyên qanûnî bên bicihanîn. Di çarçoveya vê biryara sala 2014'an hate girtin de, diviyabû rewşa girtîmayinê ya Abdullah Ocalan di sala 2024'an de jinûve bê nirxandin. Ji ber ku DMME 25 salên girtîmayinê ji bo 'jinûve nirxandina' rewşa girtiyê cezayê heta bi hetayê lê hatiye birîn weke demeke maqûl dibîne.
Komîteyê di 3'yê Kanûna 2021'ê de biryara xwe ya derbarê serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan de eşkere kir û di biryara "Ocalan-2" de jî bang li Tirkiyeyê kir ku ji bo sînorên qanûnî yên heyî li gorî pîvanan tevdîrên pêwîst qebûl bike. Di heman çarçoveyê de derbarê hejmara kesên ku cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn agahî xwest û ji Tirkiyeyê xwest, ku heta Îlona 2022'an van agahiyan bide. Tirkiyeyê di bersiva xwe de ragihand ku Abdullah Ocalan ji vî mafî bêpar e û wiha vegot: "Dibe ku girtiyên ku cezayê muebbetê yê giran li wan hatiye birîn bi şert û bên berdan, lê bi awayekî awarte hin sûc ji vê bêpar in."
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û parêzera berê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Uysal Aslan polîtîkaya tecrîdê û mafê hêviyê ji ANF’ê nirxand.
Di hiqûqa DMME’yê de mafê hêviyê çi ye?
Wateya ferhengê "hêvîkirin, hesta pêbaweriya hundirîn a ku ji hêviyê derdikeve"; di termînolojiya huqûqî de ez dikarim bi kurtî wekî "dayîna derfeta berdanê/berdana girtiyê ku cezayê muebbetê an jî cezayê giran ê muebbetê lê hatiye birîn" îfade bikim.
Li cîhanê bi pêşketina mafên mirovan re gelek dewletan cezayê îdamê rakirin û hin dewletan jî di sererastkirinan de cezayê heta mirinê, qebûl kirin. Ev înfaza heta mirinê têgeha "mafê hêviyê" derxist holê. Tê qebûlkirin ku yekem car bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanya di 21’ê Hezîrana 1997’an de çêbûye. Di vê biryarê de hat gotin ku ev ceza ‘wê derbeke giran li rûmeta mirovahiyê ya dewletê bide". Di dewamiya van biryarên edlî de ji hêla DMME’yê ve li gorî xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) cezayên dijmirovî yan jî pêkanînên biçûkxistinê, qedexeya cezayê heye. Yekemîn biryara wê ya bingehîn "Vinter û Yên Din/Biryara Kraliyeta Yekbûyî" ya 9’ê Tîrmeha 2013’yan e.
Gelo ev pêkanîn li Tirkiyeyê di çi astê de ye?
Li Tirkiyeyê 14’ê Tîrmeha 2004’an bi qanûna hejmara 5170 cezayê îdamê bi cezayê muebbetê yê giran hate guhertin. Bi Qanûna Cezayê ya nû bi 1'ê Hezîrana 2005'an re cezayên giran ên heta hetayê weke înfaza di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de û heta mirinê li girtîgehê bimîne. Tevî ku piştî vê guhertinê li Tirkiyeyê feraseta mafê hêviyê bi aliyekî ve hat niqaşkirin jî, nîqaşên ewil ên mezin bi biryara DMME'yê ya di 18'ê Adara 2014'an de ya derbarê Birêz Abdullah Ocalan de bû. Piştî biryara îdamê ya ku ji bo Birêz Abdullah Ocalan hatibû dayîn, Tirkiyeyê cezayê îdamê betal kir û ji bo sûcên ku wek sûcên terorê tên pênasekirin cezayê muebbetê yê girankirî xist şûna wê. Înfaza cezayê giran ê heta mirinê dibe sedema binpêkirina "mafê hêviyê". Di biryarê de behsa biryara Vînter/Kraliyeta Yekbûyî hat kirin, hat gotin ku divê li gorî biryarê bi çêkirina rêgezên hiqûqî derfeta serbestberdana bişert bê dayîn. Di encamê de, ev tê wê wateyê ku her kes bi qanûn û pratîkê de bi rêgezek qanûnî ya şênber pêkan be, hêviya azadbûnê heye. Esasê mafê hêviyê “parastina hurmeta mirovbûnê û rûmeta mirovî ye”. Heya ku cezayê muebbetê yê giran ê li Tirkiyeyê li gorî vê biryara DMME û prensîbên hiqûqî neyên sererastkirin, wê ev cezayê înfaza cudaxwaz, newekhev, bi taybetî Birêz Abdullah Ocalan û bi hezaran girtî wê ji "mafê xwe yê hêviyê" bêpar bimînin. Li aliyê din Tirkiye ji ber tirsa ku birêz Ocalan rojekê azad bibe, bi qanûnî neguhertina cezayên ku bi israr pêk tîne û ev li dijî peymanên navneteweyî tevdigere.
Çima li Tirkiyeyê ev maf ji bo Abdullah Ocalan pêk nayê?
Sedema anî ev cezayê heta hetayê birêz Ocalan bi xwe ye. Tirkiye ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê gav bi gav cezayê darvekirinê ji holê rakir. Ev yek di sala 2002’an de di çapemenî, gotar, kanalên nûçeyan û her wiha girtekên arşîvên TBMM’ê de hene. Di vê pêvajoyê de rayedaran gotin; "Li gorî xala 17'an, hemû terorîstên ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn, bi taybetî serokê terorîstan (navê Abdullah Ocalan) ku ev 3 sal û nîv in di girtîgehê de ye, îhtîmala berdanê piştî 33 sal û nîvan heye; em dibêjin pêşiya van hemûyan bigirin. Rêya wê ew e ku cezayên îdamê veguherînin cezayê muebbetê yê giran û rêziknameyek ku dibêje ku ew nikarin ji serbestberdana bişert, taloqkirin û efûyê sûd werbigirin”. Dema ku vê dibêjin hin alî jî dibêjin; “Eger hûn kesek îdam bikin, ew tenê carekê bimire. Eger tu cezayê giran bidî, tu yê her roj wî bikujî".
Tirkiye bi vî rengî xwest ku azadiya Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî qanûnî asteng bike. Lê belê bi biryara DMME'yê ev astengî bi xwe jî ji aliyê hiqûqî ve li dijî qedexeya îşkenceyê hat dîtin. Ji îro pê ve ev 9 sal in ev biryar nayê bicihanîn. Piştî biryara derbarê birêz Abdullah Ocalan de, li Tirkiyeyê bi sedan kes bi cezayên giran ên heta hetayê hatin cezakirin. DMME'yê jî biryar da ku înfaza cezayê heta hetayê ya giran a di serlêdanên Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de li dijî xala 3'yemîn a DMME’yê ye.
Ji bo were qebûlkirin li Tirkiyeyê mafê hêviyê pêk tê, li şûna cezayên giran ê heta mirinê, divê rêziknameyek li gorî rûmeta mirovî, hiqûq û pergala îdamê ya li Tirkiyeyê were danîn. Ev guhertina qanûnî yan bi biryara îradeya siyasî ya guhertina qanûnê ya li Tirkiyeyê yan jî bi pêvajoya kontrolê ya Komîteya Wezîran a girêdayî Konseya Ewropayê ku ji bicihanîna biryara DMME’yê berpirsyar e, pêkan e. Lê belê îradeya siyasî ya ku dewletê bi rê ve dibe, bi polîtîkaya êrîş û girtina li hemberî Kurdan re, ne amade ye rêziknameyeke hiqûqî ya azadiya birêz Abdullah Ocalan pêk bîne, bike. Berovajî vê yekê her roja ku diçe şert û mercên tecrîdê girantir dike. Lijneya Wezîran pêvajoya çavdêrîkirinê nexist rojeva civînên xwe, ev jî hêdî hêdî, bêbandor dibe û li gorî hiqûqê pêk naynin.
Li Tirkiyê Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê vê mijarê de naxwaze biryarê bide. Pêşnûmeyên guhertina qanûnê yên di dîrokên cuda de ji aliyê parlamenteran ve hatin kirin, di komîteyên meclîsê de hatin rawestandin û nehatin rojevê. Ji ber ku Komîteya Wezîran desthilatdariya xwe ya hiqûqî ya bi bandor li dijî helwesta Tirkiyeyê bi kar nayne, têgihîştina ku nêzîkatiyeke hiqûqî-siyasî ya paralel nîşan dide, diafirîne.
Di navbera desteserkirina mafê hêviyê û êrîşên li dijî gelê Kurd de hevsengî heye?
Me got sedema desteserkirina mafê hêviyê ya Birêz Abdullah Ocalan bi xwe ye. Revandina/komploya navneteweyî ya derqanûnî ya Birêz Abdullah Ocalan û radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê, neheqiya darizandina wî, cezayê darvekirinê, şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê, avakirina wê ya derqanûnî, veguherîna cezayê darvekirinê ji bo cezayê heta hetayê yê giran û hwd. hemû parçeyek ji pergala Îmraliyê ye. Sedema avakirina vê sîstemê jî polîtîkaya neçareserî/şer a pirsgirêka Kurd e. Birêz Abdullah Ocalan bi helwesta xwe ya çareserî û aştiyane, di xala berevajiyê van polîtîkayan de ma û hat cezakirin, dîl hat girtin û bi vî rengî cezayê îdamê bi demê re hat dirêjkirin. Berhema vê siyasetê hemû polîtîkayên şer ên fizîkî, civakî, siyasî û şerê taybet bi awayekî paralel li dijî gelê Kurd hatin meşandin. Yanî ji bo gelê Kurd ku heta mirinê hat cezakirin, bû hêviya azadiyê.
Ji ber vê sedemê dema ku girtiyên cezayê muebbetê yên giran ên ku ji serbestberdana bişert sûd wernegirtine, ji hemû girtiyên din cudatir di nava pêvajoyeke înfazê ya gelekî giran de bûn, mafê hevdîtina parêzer, malbat û wasiyan, mafê telefonê û mafê ragihandinê bi qasî girtiyên cezayê heta hetayê yên girankirî nehate bidestxistin. Birêz Abdullah Ocalan li hemberî vê xwedî helwest e. Ev yek di nava pergala Îmraliyê de bûye rewşeke ewqas giran ku di nava şert û mercên têkçûna mutleq a ku ketiye meha 31’emîn de tê ragirtin. Agahiyek jî nayê wergirtin.
Ev pêvajo di heman demê de pêvajoyên ku tê xwestin ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê tevî hemû parçeyên Kurdistanê bê tecrîdkirin. Afirîner û pêkanînên pergala tecrîdê heman hêzên li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd in. Bi mafê hêviyê yê hatiye desteserkirin re dixwazin azadiya Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî qanûnî asteng bikin û ev helwest li ser bi sedan girtiyên siyasî jî tê meşandin. Ji aliyê siyasî ve jî dixwazin azadiya gelan asteng bikin. Her pêngava azadiyê, her biryara şer, her polîtîkaya şerê taybet, her şewata daristanan, her komkujî, her biryara qedexekirinê, her zilma li ser siyaseta Kurd, her jinkujî, her êrîş hêviyeke çareserî, aştî û azadiyê ye.
Ji aliyê din ve eger helwesteke mîna Birêz Abdullah Ocalan weke helwesta Îmraliyê têgihiştin, di kesayetî û rêxistinî de pêk were, hem mafê hêviyê di warê hiqûqî de û hem jî azadiya gelê Kurd dê pêk were.