Serokê berê yê ODP’ê û Endamê Lijneya Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ûfûk Ûrûs li paytexta Swêd Stockholmê beşdarî konferansa bi sernavê “Tirkiye, Yekitiya Ewropa û demoratîkbûn” bû û diyar kir ku divê HDK di hilbijartinên herêmî de beşek ji şaredariyên rojavayê Tirkiyeyê werbigirin.
Ûras destnîşan di van demê dawiyê de neo-lîberal, di paş de mane û sosyalîst jî derketine pêş û diyar kir ku dê Ewropayek zêdetir çepgir bandoreke erênîtir li têkiliyên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê bike.
Ûras diyar kir ku HDK pêkhateyek wisa ye ku rengê Kurdan, Elewî, sosyalîst û çepgiran tîne cem hev û bi bîr xist ku wana di civîna xwe ya dawiyê de biryar daye ku partî ava bikin.
Ûras ragihand ku ew ê bi berbijarên hevpar beşdarî hilbijartinên herêmî û hilbijartinên serokomartiyê yên sala 2014’ê bibin û diyar kir ku ew dixwazin şaredariyên hin navçeyên navendî yên Stenbol û Îzmîrê bigirin.
Ûras destnîşan kir ku ji bilî BDP’ê tu partiyên din xwe nêzîkê xebatên azadiyan û mafên Kurdan ên di makeqnûnê de nakin û diyar kir ku AKP’ê di pêşîlevekirina Kurdan dest bi hewldana tunekirinê kiriye.