Tuzel çû serdana Komeleya Jinên kurd

Tuzel çû serdana Komeleya Jinên kurd

Serokê Berê yê EMEP’ê, Parlementerê Stenbolê û Endama Desteya Rêveberiya Giştî ya Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Levent Tuzel ji bo beşdarî konferansekê bibe li bajarê Swêd Goteborgê ye. Tuzel di serdana xwe de çû serdana Komeleya Jinên Kurd a Goteburgê.

Tuzel di serdanê de dre barê xebat û pirsgirêkên komeleyê de agahî ji rêveberên komeleyê girtin û der barê xebatên wan ên li Tirkiye û xebatên HDK’ê jî agahî da.

Seroka Komeleya Kurdan a Goteburgê Fatîme Duzgun der barê xebatên komeleya xwe de agahî dan Tuzel û bal kişand ku ew li hemberî tundî û kuştinên namûsî yên li hemberî jinê têdikoşin û tevî saziyên demokratîk ên li Swêdê semîner û xebatên din dimeşînin.

Tuzel, jî destnîşan kir ku jinên Kurd ji bo têkoşîna azadiyê û ji bo dahatûya xwe jî hemû zincîrên feodaltî yên di civakê de şkandin û bal kişand ser girîngiya xebatên jinên yên din nava HDK’ê de.