Parlementerê Stenbolê û Endamê Lijneya Rêveberiya Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Levet Tuzel beşdarî konferansa ji aliyê alîgirên HDK’ê û Navenda Çandê ya Elewiyan a li Swêdê ve hat lidarxistin bû.
Kurd, Tirk, Suryanî û Elewiyên li Goteborgê dijîn, beşdarî konferansê bûn. Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel axivî û diyar kir ku desthilatiya AKP’ê polîtîkayek a dijminahiya li hemberî karker û kedkaran xistiye meriyetê.
Tuzel destnîşan kir ku her çendî 5 meh bi ser komkujiya Roboskiyê re derbas bû jî, lê Erdogan li şûna hesabê komkujiyê bikde êrîşê tevgera Kurdan dike û got ku berpirsê siyasî yê komkujiyê hikûmeta AKP’ê û Edrdogan e.
Tuzel bal kişand ser girtin û binçavkirinên li hemberî BDP, karker, kedkar, parêzer, rojnamevan û xwendekaran û got ku derdora 600 xwendekar hatine girtin. Tuzel got ku desthilatiya AKP’ê Tirkiyeyê veguherandiye girtîgehan gelan.