Platforma Ji Ocalan re Azadî li Hill Otela Taksîmê civînek çapemeniyê li dar xist. Di civîna bi beşdariya gelek siyasetmedar û nivîskaran pêk hat de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî hat xwestin. Nivîskarê navdar ê Tirk Vedat Turkalî got; “Azadiya Ocalan tê wateya azadiya Kurdan û tê wateya azadiya Tirkan”.
Platforma ji Ocalan re Azadî ya ji Eren Keskin, Emîne Ayna, Ayla Akat Ata, Ayşe Batumlu, Zubeyde Teker, Hurriyet Şener, Şebnem Korur Fincanci û Ayla Yildirim pêk tê, li Hill Otel a Taksîma Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin û hat gotin; “Divê muzakere ji nû ve dest pê bikin.”
Ji berdevkên Platformê pêşî Eren Keskîn axivî û got; “Bi Kurdan re şer nekin, aşitî bikin. Kurdan qezenç bikin. Lêborînê ji Kurdan bixwazin. Ji bo canên we stendine, zarokên we parçe kirine, ji bo kiloxên serê mirovan û hestiyên ji bin axê derdikevin lêborînê bixwazin.”
Keskîn destnîşan kir ku divê Ocalan azad bibe û got divê li cihê em vegerin cihê ku hevdîtin lê hatine qutkirin û got; “Kampanyayê binçavkirin, girtin, binpêkirina maf û hiqûqê, bi bombeyan parçekirina mirovan, şewitandina cenazeyên gerîlayan û hatina cenazeyên leşkeran, hemû ji ber dawîlêanîna hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re pêk hatin.”
Keskînê destnîşan kir ku hevdîtin tê wateya “pêngava aşitiyê” û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û got; “A niha azadiya Ocalan nas bikin û dest bi hevdîtinan bikin, aşitiyê bînin welêt.”
‘DESTHILATÎ DIBIHÎSE, LÊ DILÊ WÊ KERR E’
Nivîskar-rewşembîrê navdar ê Tirk Vedat Turkalî jî beşdarî civîna çapemeniyê bû û her çendî ji ber temenê xwe yê kal, mafê axaftinê girt û axivî. Turkalî got ku ji ber giraniya guhê wî, wê ji tiştên Eren Keskînê gotin fêm nekir û wiha domand; “Lê dîsa jî min hin tişt bihîst, ji ber ku dilê min fêm kir. Guhê desthilatiya niha dibihîste, lê dilê kerr e..
'AZADIYA HEVAL OCALAN, AZADIYA KURDAN Û TIRKAN E'
Nivîskarê komunîst Veta Turkalî bal kişand ku azadiya Ocalan dê azadiyê ji Kurdan re jî û ji Tirkan re jî bîne û diyar kir ku wî di nameya ji Serokwezîr Erdogan re şand de wî weke rêberê aliyên Îslamî bi nav kiriye û gotina Muhemed bi bîr xistiye.
Turkali ji Ocalan re got “Heval Ocalan” û herî dawî got; “Ez rêzdarî û xwestekên xwe yên ji bo aşitiyê ji bo Heval Ocalan dişînim.”
Parlementerê berê yê Ûfûk Ûras jî diyar kir ku wan pêşniyar kiriye ku Serokwezîr û Serokê Meclîsê şandek ji aqilmenda bişînin Îmraliyê û got; “Xabûr û Oslo firsend bûn. Divê polîtîkayên aşitiyê rê li ber polîtîkayên şer bigirin. Operasyonên KCK’ê nîşan dan ku pirsa Kurd bi dadgehan çareser nabe.”
Hunermend Zeynep Tanbay, diyar kir ku tişta divê li hemberî Kurda bê kirin, ne şer e, aşitî ye. Tanbayê destnîşan kir ku hevdîtinên Osloyê piştgiriyek xurt da raya giştî û got; “Ger îro jî hevdîtin hebe divê bi raya giştî re bên aşkerekirin. Ger hevdîtin veşarî jî tune bin, divê di demek zû de dest pê bikin.”
‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE KURD Û TIRK REHÎN GIRTIN’
Parlementera BDP’ê Sebahat Tuncelê jî destnîşan kir ku Ocalan weke rehîn di Girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin û got ku di şexsê Abdullah Ocalan de Kurd û Tirk rehîn tên girtin.
Mûzîsyen Şanar Yurdatan, Serokê DSÎP’ê Dogan Tarkan û ji Hewldana ji Nijadperestiyê re Bêje Raweste Şenol Karakaş jî axivîn.
‘JI BO AŞITIYÊ JI OCALAN RE AZADÎ’
Parlementera BDP’ê ya Amedê û Berdevka Platforma ji Ocalan re Azadî Emîne Ayna jî herî dawî mafê axaftinê girt. Aynayê bi bîr xist ku ji tîrmeha 2011 ve hevdîtian bi Ocalan re tê astengkirin û bal kişand ku 300 roj in Ocalan nekarîye bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk bîne. Aynayê destnîşan kir ku li gel bidawîbûna hevdîtinan, tecrîda li ser Ocalan dest pê kiriye û got ku ev yek tercîheke siyasî ye. Ayna got ku berpirsê kuştina gerîla û leşkeran jî dewleta Komara Tirkiyeyê ye.
Ayna bal kişand ser hevdîtinên Osloyê û got; “Gelo ji ber ku Ocalan têkoşîna azadiya gelekî daye destpêkirin tawanbar e? Ji ber wê jî dibêjim ji Ocalan re azadî.”