Turk: Sedsala Kurdan dê zîhniyeta Tirkan biguherîne

Turk: Sedsala Kurdan dê zîhniyeta Tirkan biguherîne

Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk di konferansa derbarê Rojavayê Kurdistanê de got ‘Ev sedsal sedsala Kurdan e’ û balê kişandibû ser xwe. Ahmet Turk di hevpeyvîna da ANF’ê de diyar kir ku ger Kurd bûn xwediyê huqûqekê dê zîhniyeta Tirkan jî biguherîne. Turk destnîşan kir ku desthilatiya AKP’ê ne di ferqa cidniyeta guhertinên li Rojhilata Navîn de ye.

Di 13’ê cotmehê de li Parlementoya Frensî Şêwra Kurdî ya li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê KNK’ê ve hatibû lidarxistin. Yek ji mêvanên girîng ên vê konferansê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk bû. Di sala 1989 de Ahmet Turk lı heman Parîsê beşdarî konferanseke Kurdan bû û vê yekê jiyana wî guherand.

Ahmet Turk û komek parlementerên Kurd bi hinceta beşdarî konferansa piştî Komkujiya Helepçeyê bûne, ji partiya SHP’ê hatibûn avêtin. Turk di vê konferansa dawiyê de jî got; “Ev sedsal dê bibe sedsala Kurdan”. Turk bersiv da pirsên me yên der barê ferqa di navbera konferansên Kurdan ên salên 1989 û 2012, pêvajoyên girîng ên tevgera azadiya Kurdan, yekitiya Kurdan, xeteriyên li pêşiya Rojavayê Kurdistanê û polîtîkayên AKP’ê yên li ser Sûriyeyê de.

‘DIVÊ KURD SIYASETEK JI YA PARTIYAN MEZINTIR BIKIN '

Ev cara duwem e ku hûn li Parîsê beşdarî konferansa Kurdan dibin. Ya berê bû sedem ku hûn ji SHP’ê bên avêtin. Gelo aliyên dişibin hev ên van her tu konferansa çi ne?

Ez dixwazim hinek vegeriyê raboriyê û bi vî awayi bersiva pirsa we bidim. Her çendî gelê Kurd gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn e, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn mehkûmê jiyana li çar parçeyan hate kirin. Belê, ew kirasê ji bo Kurdan çêkiribûn, li Kurdan teng bû, tu carî nekarîn Kurdan têxin nava jiyaneke wiha. Bê guman vê şert û mercan bi xwe re rê bli ber têkoşîn û rêxistinbûna Kurdan vekir û bû sedem ku krud li hemberî neheqiyê derbikevin.

Gava em lê dinêrin, li Bakûrê Kurdistanê her çendî xwedî pêkhateyek dîrokî ye, lê firsendên dîrokî xwe li parçeyên din dan der. Hûn baş dizanin ku piştî Komkujiya Helepçeyê, li gel destwerdana cîhanê, li wê erdnîgariyê ji bo Kurdan pêvajoyek nû dest pê kir. Em dîsa ji bo maf û pirsgirêka Kurdan di konferanseke weke vê de li hev ciyan. Piştî wê pêvajoyê hemû Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê ji cîhanê re ragihandin ku ew dixwazin bibin xwedî statuyekê.

Dîsa herî dawî şerek li Sûriyeyê dest pê kir. Kurd li vê derê beriya vî şerî ne xwedî tu maf û huqûqan bûn, îro ev yek ji bo Kurdan firsendeke dîrokî ye. Divê gelê Kurd vê firesendê baş bibîne û baş binirxîne. Ji ber ku firsendên wiha di sed salan de carekê de dikevin destê mirov. Ev sedsal ji bo Kurdan firsendeke. Dibê em niha vê bêjin; Her Kurdên dixwaze bi gelên ku pêre dijîn re pirsgirêka xwe çareser bikin, û dixwazin li ser esasê huqûqê pirsgirêkê çareser bikin. Ji tu kesî tiştek naxwazin, tenê dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin.

Têkiliyên navneteweyî û kapîtalîzîm mafên gelan piştguh dikin an jî paşde diavêjin. Li vir partiyên ku ji bo maf û huqûqa gelê me têdikoşin siyasetek ji ya partiyan mezintir bikin. Divê ne pêşekiyên parityê, beriya her tiştê pêşekiyên gel esas bigirin û siyaseteke wiha bimeşînin. Ji bo Kurdên Sûriyeyê bigihin hedefa xwe ya azadiyê, divê hemû Kurdên li parçeyên din rolek bigirin û piştgiriyê bidin Desteya Bilind a Kurdan.

Niha di navbera gotûbêjên konferansa 1989’ê û ya îro de ferq hene. Gotûbêjên wê demê li ser Kurdistana Iraqê û serhildana li hemberî zilma Seddam bû. Helbet di wê demê de li parçeyên din jî têkoşîn hebûn. Lê em îro dibînin ku hemû Rojhilata Navîn ber bi pêvajoyeke guhertinê ve diçe. Guhertinek kûrtir û bihêztir. Dibe ku ber bi şerê cîhanê yê sêyemîn ve jî biçe. Ji ber ku cihên kevirên Rojhilata Navîn tên guhedrtin.

'KURD BAŞ DIZANIN DEMOKRASÎ ÇI YE'

Piştî wê konferansê Kurdên Başûr di salên 1990’an de xeteriyên li pêşiya xwe derbas kir. Gelo çi xeterî li pêşiya Rojavayê Kurdistanê hene?

Helbet xeterî hene. Tişta ku jêre digotin Bihara Ereban, çiqas veguherî biharekê? Kesên demokrasî dixwazin li gorî ku di dema guhertin, veguhertin û pêvajoya şoreşê de bi dest xistin? Lê bi ya min Kurd amade ne. Kurd baş dizanin ka demokrasî çi ye. Baş dizanin ka zilm û zext çi ye. Ji ber ku Kurd vê yekê baş dizanin, bi ya min Kurdan bi awayeke baş dest pê kir. Gava em Kurd xwe bi rêxistin dikin, divê em mafên kêmar û baweriyên din ên di nava me de jî biparêzin. Ger em îro dibêjin Kurdistan, gelên di dirêjahiya dîrokê de bi mre jiyane hene. Ermenî, Suryanî û heta Ereb hene. Divê destkeftiyên me, destkeftiyên wan bin jî.

Gava em li konferansa destpêkê dinêri, ji bo Başûrê Kurdistanê firsendek baş derket. Lê divê mirov bi awayeke berfireh li vê firsenda îro ya Rojhilata Navîn binêre. We ferqa vê pirsî bû; ev ferqa wê. Yanî ji bo hemû gelan firsendek e. Ji bo pêkhateya demokrasiyê jî firsendek e.

Ezmûnên demdirêj ên KCD’ê hene. Gelo hûn dê van ezmûnên xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê jî bi kar bînin?

KCD, gelê Kurd ji bingehê ve rêxistin dike, ji bo bidestxistina statuya siyasî, bingeha wê ava dike û amade dike. Ji bo bidestxistina feraseta rêveberiyê kongreyeke girîng e. Di kongreyê de hemû gel û saziyên sivîl hene. Em dizanin ku ev mijar ne ewqas hêsan e. Lê armanca me ya sereke ew e ku em bi Kurdan feraseta desthilatiyê bidin qezenckirin û pirsgirêkên Kurdan di meclîsek hevpar de gotûbêj bikin.

Em nikarin bêjin xebatên me hêsan in. Xwezî me bikariba ceribandinên wiha bi dest bixista û ji parçeyên din re rabigihandiba. Lê hûn dizanin ku ; li ser partiyê jî û li ser kongreyê jî zextên dijwar hene. Me careke din kongre li dar xist. Sedema vê yekê jî ew bû ku gelek hevalên me di zîndanê de ne. Lê li hemberî vana hemûyan em dikarin bêjin ku kongre dikare pêşengiya têkiliyên li her çar parçeyên Kurdistanê bikin.

'AKP NE DI FERQA CIDIYETÊ DE YE'

We di konferansê de got ku ev sedsal sedsala Kurdan e. Gelo AKP û hêzên li Tirkiyeyê dikarin bendek deynin pêşiya vê?

Belê, tu kesek qet naxwaze tu tiştek bide. Têkoşîna ku tê meşandin dikare vê nêzîkatiyê biguherîne. Gava hûn niha lê binêrin; Hûn dê bibînin ku di serê wan de tu proje û nexşerêyek tune ye. Têkoşîna Kurdan dihêle ku pêvajo bi awayeke cidîtir bê nirxandin. Têkoşîna em dimeşînin dihêle ku mirova zêdetir bihîstyar bibin û neçareseriya pirsgirêka Kurd tu feydeyê nade tu kesî.

Ji ber wê jî, li aliyekê polîtîkayên înkar û asîmlasyonê didomînin, li aliyeke din jî hin dengên ku dibêjin ev ye bi vî awayî nameşe bilind dibin. Niha firsendeke nû heye. Dibe ku gelê me ji bo bidestxistina van têkoşîna hinek sist nêzîk bibe. Dibe ku dewlet pir radîkal nêzîk bibe. Lê hemû mînakên li cîhanê li holê ne. Ger hûn di daxwazên xwe israr bikin, dê yênli hemberî we jî bi awayeke cidî nêzîk bibin û bên ser rêya diyalogê.

Bi ya min, hîna jî hukûmet ne di ferqa cidiyeta pirsgirêk de ye. Em dibînin ku hukûmet napirse ka ser pirsgirêkê ber bi ku ve diçe. Ez îro li şûna hukûmetê bûma; raboriyek hezar salî ya Kurdan û Tirkan heye, min dê daxwazên Kurdan bi cih bianîbûya û li Rojhilata Navîn bibûya bibûya xwedî rêzdariyeke mezintir. Berê Kurdan li Tirkiyeyê ye., ger tenê jiyaneke adil û wekhev hebe.

Gelo bidestxistina jiyaneke wiha zor e? Desthilatî li tişta hêsan digire?

Belê. Zîhniyeteke ku Kurdan her tim weke xeteriyeke potansiyel dibîne heye. Ev zîhniyet bi ewqas bi hêsanî ji holê ranabe. Lê em dinêrin îro bi Kurdistana Iraqê re bihayê 17 milyar dolarî hinarde –îthalatê dike. Ev ji bo Tirkiyeyê destekefityek yekalî ye. Ger Kurd li Iraqê, Sûriyeyê û li Tirkiyeyê bibin xwedî statu ev yek tê wateya xurtbûna yektiya aborî û siyasî ji bo gelê Kurd jî û gelê Tirk jî, berjewendiyên wan ên hevpar mezin dibin. Niha Kurdistana Iraqê ji bo wan ne xeter e. Her wiha, niha cîrana ku herî zêde têkiliyên wan baş pêre derbas dibin Kurdistana Iraqê ye. Ger îro gelê Kurd bibe xwedî statu, dê Tirkiye qezenc bike û dê ewlekariya wê bihêztir bibe.

Baş e, gelo desthilatiya li Tirkiyeyê dikare vê destekeftiyê fêm bike?

Hişmendiyeke dîrokî çêbûye. Weke min got, bi Kurdan re zanebûnek ku dikare xeteriyê bibîne çêbûye. Zîhniyetek a “Parastina gelê Tirk” ku tu feydeyek wê ji bo gelê Tirk jî tune ye çêbûye. Ev AKP be, an jî yeke din be, ev zîhniyet naguhere. Divê em vê bibînin. Mînak CHP; rojek bi gotinekê derdikeve û roja din bi gotinek nijadperest derdikeve pêş. Çima ji ber ku zîhniyeteke wiha çêbûye; 'Eman, ger Kurd bibin xwedî tiştekê ewlekariya me dê bikeve xeteriyê.' Bi rastî jî ev tiştek gelek pûç e û tu feydeya wê ji bo gelê Tirk jî tune ye.

‘ŞOREŞA ROJHILATA NAVÎN BI VÎ AWAYÎ NAMÎNE'

Gev tişta ku hûn jêre dibêjin “Sedsala Kurdan” gel di heman demê de guhertina Tirkan e jî?

Ger Kurd bûn xwedî huqûqekê dê vê zîhniyetê biguherînin. Rojhilata Navîn diguhere. Binêrin; Ev şoreş wiha namîne. Dê sibê ji Qetarê bigirin heta Behriyenê, heta Îran û Tirkiyeyê hevsengî û ferasetên nû derbikevin holê. Weke kevirên domînoyê ne, bi ya min ji cihekê dest pê kir û dê bandorê li hevd du bikin. Ji berr ku gel ne azad û bextewar in.

Polîtîkaya AKP’ê ya li hemberî Sûriyeyê xetimiye. Beriya Tirkiye bikeve eniya Sûriyeyê, gelo çima destvala vegeriya?

Du tiştên ku Tirkiye ji bo Sûriyeyê li ser radiweste hene. Ya yekem; Dixwaze desthilatiyek nêzî wê ava bibe. Ya duwem: naxwaze Kurd bibin xwedî statu. Bi vî mantiqî tevdigere; “Sûriye jixwe welatek dîktator e, ez ê pêşengiya guhertina li vî welatî bikim û bi vî awayî di her tu meseleyan de bibim xwedî bandor.” Ewropa û Amerîkayê jî vê dîtin; Dîktator diçin, baş e dê çi bên cihê wan? Endîşe û gumanên wan zêde bûn. Ji ber helwesteke wiha Tirkiye bi tenê ma û tazî ma. Niha dibêje “Min nekarî bikevin Iraqê, min mudaxele nekir, divê ez vê yekê li Sûriyeyê jî nekim”. Heta dostê wê Amerîka jî pê li frenê kir û çû.

Herî dawî tişta ku ez dixwazim bipirsim; Ev nêzî nîv sedsal e ku hûn şahidiya tevgera Kurdan dikin. Di salên 70’yan de,12 Îlonê, salên 1990’an û heta îro bi awayek aktîf di nava siyasetê de ne. Gelo ji vana hemûyan kîjan we xistiye gumanan?

Tişta dişibin hev ev e: Me di hemû pêvajoyan de bi awayek xurt daxwazên gel anîn rojevê. Cûdahî jî ev e; Cîhan diguhere, çand diguherin. Li gorî hemû çandan, Kurd jî guhertinekê dixwazin. Divê em nîqaşek din a berfireh li ser bê me çiqas ev pêwistiya guhertinê dîtiye, bikin. Lê pêvajo naşibin hev, lê di armanca de guhertinek çênabe. Şert û mercên 12’ê Îlon an jî 90’an tune ne. Lê ji salên 90’an ve pêvajoyeke dijwartir heye. Mînak em di dema 12’ê Îlonê de li rastî îşkenceyên giran dihat, em di dadgehên rêbeberiya awerte de dihatin darizandin û lê ji sedî 70’yê bersucan dihatin berdan. Îro îşkece tune ye, lê hemû girtin bi ceza bi dawî dibin. Weke min got; her pêvajoyek li gorî xwe cûdahî û şibandin hene.