Serokê Giştî yê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Turhalli diyar kir ku, koçberiya demkî ya ji ber wêranbûna li Kurdistanê rewşek asayî ye, lê divê ev koçberî ber bi bajarên din ên Kurdistanê ve bê kirin. Turhalli got ku ji bo pêşî li koçberiyê bê girtin û domdariya alîkariyan, divê li ser esasê rêxistinbûnê berdewam bike.
Piştî hilweşîna ji ber erdhejê bi milyonan mirov neçar man cih û warên xwe biterikînin. Serokê Giştî yê CÎK’ê Hafiz Ahmet Turhalli ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku xisara rastîn a canî û madî ji ya ku hatiye ragihandin gelekî girantir e, her wiha got, ziyanên derûnî yên di encama erdhejê de pêk hatî gihiştiye rêjeyên xeternak. Turhalli anî ziman ku, ji ber erdhejê koçberiyekî demkî çêbûye û got ku divê teqez ev koçberî mayînde nebe.
Turhalli bal kişand ser wê yekê ku ev koçberiya demkî dikare ber bi bajarên din ên Kurdistanê ve jî were kirin û wiha berdewam kir: “Divê mirov ti carî welatê xwe neterikînin. Divê pêkhateyên siyasî û sivîl ên li wir hişyariyê bidin û di vî warî de gel zane bikin. Divê li ser vê bingehê hevgirtin bê rêxistinkirin. Gelê me biçe kur, neçare jiyanek nû ava bike. Divê zehmetiyên avakirina jiyaneke nû ji mirovan re were vegotin. Dê ji bo wî maqûltir û hêsantir be ku li ser axa xwe bimîne û jiyana xwe ji nû ve ava bike. Lê terka axa dê û bavê xwe dê bibe sedema gelek zehmetiyên aborî û manewî. Divê teqez em li ser vê bingehê bi gelê xwe re têkiliyan pêş bixin.”
ÇÛYÎN ASAYÎ YE LÊ DIVÊ VEGERIN
Turhalli da zanîn ku, dê adaptasyona civakî û pirsgirêkên aborî li cihê ku mirov biçinê girantir bibin û wiha got: “Em ji bo vê yekê, jiyana xwe li ser axa xwe ava bikin. Çûna wan normal e, lê divê vegerin. Axa dê û bavan nayê terikandin. Bila ev ji me re bibe ders. Werin em li welatê xwe jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Em bi rastiya erdhejê bi awayekî herî bi êş re rû bi rû man. Bi zanabûna erdhej parçeyek ji jiyana me ye, divê em jiyanek nû ava bikin. Divê em li hemberî wan kesên ku me mecbûrî koçberiyê dikin, bisekinin. Divê em bi zelalî ji mirovan re bibêjin; Terikandina axa xwe tê wateya qutbûna ji koka xwe ye. Zehmet e ku mirov ji koka xwe veqete û ji nû ve zindî bibe. Dawî li jiyanek anîne. Yên ku hatine qutkirin êşên kûr dijîn. Mirov ne tenê ji aliyê aborî qut dibe her wiha ji aliyê çandî û manewî ve jî mirov ji hev qut dibin.”
DI CIVAKÊ DE PÊŞXISTINA HEVGIRTINA BI ZANABÛN GIRÎNG E
Turhalli bal kişand ser girîngiya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl yên di xala koçberî û vegerê de bi civakê re têkildar in û got, “Divê em li vir li ser bingehê hewcedariyên bingehîn ê cihên demkî werin avakirin, bixebitin. Divê em pêdiviyên lezgîn ên gelê xwe yên wekî kon û konteynir bi cih bînin. Em hemû derfetên xwe seferber bikin da ku gelê me ji warên xwe dernekevin. Ev ne karê mehekê ye. Ev xebateke ku wê demeke dirêj berdewam bike. Dibe ku ev birîn bi salan neyên pêçan. Di civakê de pêşxistina hevgirtina bi zanebûn girîng e. Li şûna ku li vir û wir ji dewletê bê pirsîn, divê civak bi hevre be û hevgirtina xwe mezin bike. Pêwîstiya me bi hevgirtina aborî û manewî heye. Pêdivî ye ku alîkarî pêş bikeve û mayînde bibe. Li hemberî mexdûrên erdhejê yên ku neçar dimînin koçî bajarên din bikin, fersend tê bikaranîn. Mesela, zêdekirina kirêya xaniyan. Mala wan wêran bûye, dilê wan şewitiye. Malbata xwe winda kirine. Hebûna xwe winda kirine û li malekê digerin ku serê xwe bixinê. Di vê rewşê de, meydan ji xwe re dîtin û veguhertina qezenca aborî ne mirovî û ne jî îslamî ye. Banga me ji gelê me re ye; divê prim nede tevgerên wiha ku dê xêrxwazî, hevgirtin û yekitiya civaka me bixe bin siya xwe. Werin em hesta bihevrebûn û hevgirtinê ya di roja teng de derketiye holê biparêzin û alîkariya gelê xwe bidomînin."
ALÎKARÎ ERKEKEKE MIROVÎ YE
Turhalli diyar kir ku, divê xwedî li kesên ji erdhejê xilas bûne bê derketin û hewcedariyên wan bên dîtin û wiha got: “Parastina kesên ku di erdhejê de mal û warên xwe winda kirine erkek civakî û însanî ye. Divê em di warê aborî û manewî de alîkariya wan bikin da ku ew wêraniya ku hatine jiyîn derbas bibin. Di vî warî de rola partiyên siyasî û rêxistinên sivîl hene. Divê civaka me li dora van saziyan bibe yek û alîkariya mexdûrên erdhejê bike ku birînên xwe derman bikin. Dema bûyerên wiha diqewimin, berpirsiyariya mirovan heye. Em ê bi xwe berpirsyariyê bigirin ser xwe. Vê erdhejê derseke bi êş da me. Divê em li ser vê yekê mirovan hişyar bikin. Di erdheja dawî de derket holê ku bi îhtimaleke mezin niyetên xerab ên rêvebiran hene.”
MIROVÊN QENC ALÎKARÎ KIRIN, MIROVÊN XERAB ALÎKARÎ ASTENG KIRIN
Turhalli da zanîn ku, civak di dema erdhejê de bi refleksên baş û xêrxwazî tevgeriyaye û kêfxweş e ku hevgirtina civakî gihîştiye astên bilind û destnîşan kir ku mirovên li Ewropayê dijîn bi rêxistinbûyîneke bi lez û baş li mexdûrên karesatê dinêrin û ev yek ji bo siberojê pêşketineke bi hêvî ye. Serokê Giştî yê CÎK'ê Turhalli wiha axivî: "Xwedê ji me re dibêje ku em di karên qenc û xweş de bibin yek. Bi vê kerasetê re jî derketiye holê ku; mirovên baş li ser qenciyê bi alîkariya li hev civiyan. Xwedê ji me re dibêje ku hevgirtin di wê xalê de ye. Dîsa bi vê karesetê re derket holê ku; kesên xerab jî alîkarî asteng kirin. Xweda ji me re dibêje li ser xerabiyê alîkariya hev nekin. Me dît ku di vê mijarê de civak bû du beş. Pir kes dixwazin qenciyê bikin. Lê me yên xerabî jî dikin dîtin. "