Tuncelê di Meclîsê de bi Kurdî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Tuncelê di Meclîsê de bi Kurdî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, duh di Civata Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê de li ser kursiyê Meclîsê axivî û bi Kurdî got; “Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.”

Parlementera Kurd Tuncel, di dema hevdîtina li ser pêşnûmeyekê de li ser kursiyê Meclîsê bi navê partiya xwe BDP’ê axivî û 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Tuncel got; “Ez pêşî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikim. Ez dixwazim vê yekê bi Kurdî jî bêjim. Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.”