Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel di konferansa HDK'ê ya bi navê "Lêgerîna Edaletê ya Gelan û Mudaxele" axivî û bal kişand ser rewşa girtîgehan. Tuncel diyar kir ku, çareserî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Ocalan de li Îmraliyê hatiye kilîtkirin û wiha got: "Hêviya azadiya gelê Kurd li Îmraliyê hatiye qifilkirin. Endamê Partiya Komînîstan ya Sûriyeyê Inam Almasrî jî diyar kir ku, welatê Kurdistan kirine çar perçe, îro ji bo polîtîkayên xwe gelê Kurd weki maşikê bikar tînin. Endamê Partiya Kedê ya Îranê Massoud Djalili jî da zanîn ku polîtîkayên Tirkiye yên li ser Sûrieyê pir talûke ne.
Kongreya Gelan ya Demokratîk (HDK) di roja 2’emîn de konferansa bi navê "Lêgerîna Edaletê ya Gelan û Mudaxele" li Kampusa Uçaksavar ya Zanîngeha Bogazîçî berdewam dike. Di beşa "Mudaxeleyên derve yên li dijî geşedanên Sûriyeyê û siyaseta Tirkiyeyê" Seroka Lijneya Dîwana HDK'ê û parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel axaftina vekirinê kir. Tuncel diyar kir ku, di geşedanên li Rojhilata Navîn de kesên pêşengiya serkeftinê dikin dê bi ser bikevin. Tuncel da zanîn ku, ji sînorên bên avakrin wêdetir, çawabûna avakirina sînorane. Tuncel anî zanîn ku, li Rojhilata Navîn tiştê ku herî zêde bandorê li ser Tirkiyeyê çêdike pêşeroja Kurdane û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên vekirî pêk anîn. Dixwaze li ser kurdan bandorê çêke û hêzekê ava bike. Gelê Kurd 200 salin daxwazên xwe tînin ziman.
'PIRSGIRÊKA KURD BI DESTÊ AKP'Ê ÇARESER NABE'
Tuncel anî ziman ku, Tirkiye êdî di çareseriya pirsgirêka Kurd de gihiştiye duriyanê û wiha axivî: "Pirsgirêka Kurdistana ku bûye 4 perçe an dê çareser bibe an dê çareser bibe. Li vî welatî heta ku AKP serdest be ev pirsgirêk çareser nabe. Axaftinên Serokwezîr aşkere dike ku, vê pirsgirêkê çareser nake. Di cîhanê de hemû pirsgirêk bi riya diyalogê çareser dibin. Li Filipinê û Kolombiyayê hevdîtin pêk tên.
Li Tirkiyeyê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ji bo daxwazên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên azadî, tenduristî û ewlehiyê pêk bên 40 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Her ku diçe çalakî fireh dibe û hêjmar zêde dibe. Lê hikûmet û medya li hemberî vê çalakiyê bêdenge. Îro çareserî di şexsê Birêz Ocalan de li Îmraliyê kîlît bûye. Hêviya Azadiyê ya gelê Kurd li Îmraliyê kîlît bûye. Hevalên me ne ji bo daxwazên xwe yên şexsî ketine grevê. Ji bo daxwaz û azadiya gelê Kurd û azadiya Birêz Ocalan ketine grevê. Em wekî HDK'ê wan silav dikin."
'GELÊ SÛRIYEYÊ ÊDÎ BAWERIYÊ BI ERDOGAN NÎNE'
Di panela ku pêşkêşvanê wê Tulay Hatimoglu ya bi mijara "Geşedanên li Sûriyeyê û Polîtîkayên Tirkiyeyê" de endame doza Urdunê Pedro Rojo, endama Partiya Kedê ya îranê Massoud Djalili, Parlemementerê BDP'ê yê Mêrsînê û Endamê HDK'e Ertugrul Kurkçu, Endamê Partiya Komînîstan ya Sûriyeyê (SKP) Inam Almasri wekî panelîst amade bûn.
Inam Almasri diyar kir ku, Serokwezîr Erdogan destpêkê gelê Sûriyeyê pir zêde xist nava heyecanê û wiha got: "Dema Erodgan nû hat ser îxtîdarê li vir welatiyan navê zarokên xwe dikir Erdogan. Lê êdî Erdogan baweriyê nade û kes bawriya xwe bi wî naynin."
'WELATÊN EMPERYALÎST SÛRIYE XIST NAVA XIZANIYÊ'
Almasri da zanîn ku, berî her tiştî pêdiviya gelê Sûriyeyê bi aramiyê heye û wiha got: "Welatên emperyalîst Sûriye xist nava xizaniyê. Çapemenî tu carî rastiyên ku li Sûriyeyê pêş dikeve nade nîşandan. Di serî de televîzyona El Cezire rastiyan berovajî dide xuyakirin."
'LI SÛRIYEYÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ TUNE YE'
Almasrî da zanîn ku, li Sûriyeyê 24 nijadên cûda hene û hemû di nava hev de dijîn û wiha got: "Li Sûriyeyê şerê navxweyi tune ye. Tenê çeteyên ku ji aliyê hêzên derve hatine avakirin hene. Welatên ku Kurdistan kirine çar perçe niha dixwazin kurdan wekî maşikê bikar bînin. Gelê Kurd perçeyeki Sûriyê ye.
Endamê Partiya Kedê Massoud Djalili jî da zanîn ku, polîtîkayên ku Tirkiye li ser Sûriye dide meşandin pir talûke ne û wiha got: "Ger ku şerekî li dijî Sûriyeyê pêk bê, dê bedelê herî mezin gel bide.
Parlementerê BDP'ê ye Mêrsînê Kurkçu jî anî ziman ku, Tirkiye dixwaze hikûmxwariyê li ser welatên derdorê çêke û wiha got: "Armanca Erdogan ne ku li Sûriyê demokrasiyê ava bike. Dixwaze hêza xwe avabike. Em jî dixwazin li cem heq û hiqûqê cih bigirin."