Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), bi şiyara "Bi civaka ronîbûyî ber bi siberoja azad ve" îro kongreya xwe ya 4. lidar dixe. Di kongreya li Neva Palas Otelê de wê rêveberiya nû û nexşerêya nû ya partiyê bên diyarkirin. Di kongreyê de wê Hevseroka Giştî Sebahat Tûncel a Girtîgeha bi Hejmara 9. a Sîlîvriyê grtî ye, ji nû ve weke hevserok were hilbijartin.
Tûncel ku ji 6'ê Mijdara 2016'an û vir ve li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Hejmara 9. a Sîlîvriyê tê girtin, ji Kongreya Asayî ya 4. re nameyek şand. Di nameya xwe de Tûncel diyar kir, bi destê dadgeriya siyasî bûye, hewl tê dayin DBP bi fîlî were girtin.
Sebahat Tûncel got, "Divê em bi berpirsyariya dîrokî ya avakirina Xweseriya Demokratîk tevbigerin û teqez bi ser bikevin".
Hevseroka DBP'ê Tûncel bal kişand ser polîtîkayên zayendîperest ên AKP'ê û bibîr xist ku jin nebe jiyan jî nabe.
Tûncel destnîşan kir, ku ji bo ew karibin bersivê bidin pêwîstiyên gel, bendewariyên gelan, divê ew ewilî xwe bi rêxistin bikin, tevî vê yekê siyaseta xwe di nava gel de belav bikin û civakî bikin.
Tûncel got, "Daxwaza xwe ya azadiyê, ku bi gotina 'An azadî, an azadî' dikare bê pênasekirin, ancax bi vî rengî em dikarin bi dest bixin. Pêwîste em vê yekê careke din bi dengekî bilind bînin ziman. Gelo ev kongreya me ji destpêkeke nû re amade ye? Bi dîtina min, amade ye."
Di dewama nameya xwe de Tûncel ragihand, ku yekane çareseriya rasteqîn a ji bo siberoja gelên Rojhilata Navîn, çareseriya Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kiriye.
Tûncel diyar kir, ku hemû enternasyonalîstan dîtine, xweseriya demokratîk a di şexsê Rojava de derketiye holê, yekane rêya rizgariya gelên Rojhilata Navîn e û got, "Agirê azadiyê yê li Rojava ji bo gelan vê ketiye, siberoja hemû gelên Rojhilata Navîn ronî dike. Tûncel berxwedêrên li Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe didin û hêviya azadiyê mezin dikin, silav kir.
Tûncel anî ziman, çareseriya doza Kurd û Kurdistanê, ji bo demokratîkbûna rojhilata Navîn, nebe nabe û got, "Ev y ek ji bo siberoja gelên Tirkiyeyê jî di asta jiyanê de girîng e."
Di dawiya nameya xwe de Tûncel ji rêveberiya nû ya bê hilbijartin û hemû hevalên di vê pêvajoya zor û zehmet de dikevin bin barê têkoşîna azadî û demokrasiyê re serketin xwest.
Tûncel got, "Tevî hemû zor û zehmetiyan em ê bi ser bikevin, gelê me, gelên me wê bi ser bikevin."