Tuncel: Divê Ocalan azad bibe

Tuncel: Divê Ocalan azad bibe

14'emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dest pê kir. Di axaftina vekirina lijneyêde Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Abdulbakî Boga, anî ziman ku heta pirsgirêka kurd neyên çareserkirin, dê kuştin û binpêkirina mafên mirovan jî bidome. Boga, da zanîn ku li şûna lêborînê ji malbatên 34 kurdên li Roboskiyê hatin perçekirin û qetilkirin bixwaze û hesap bipirsin, dijberî vê yekê kujer hatin pîrozkirin. Boga, xwest di vê makeqanûna nû de mafê gelê kurd ê tayinê bê dayîn û kurd karibin bi xwe biryara xwe bidin. Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel xwet Girtîgeha Îmraliyê bê girtin û Ocalan azad bibe.

14'emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê li salona Şaxa Odeya Endesyanên Makineyan a Stenbolê dest pê kir. Lijneye bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê ji bo dîwanê Serokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê Akin Birdal, Huseyin Ayyildiz û Azize Adiguzel hatin hilbijartin. Di lijneyê de Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Endamên Dayikên Aştiyê. Leşkerê di sala 1994'an de ji aliyê PKK'ê ve hate binçavkirin Îbrahim Yaylalı, nûnerên BDP, SDP, ESP û ODP u gelek kesên din amade bûn.

Serokê Dîwanê û Serokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê Akin Bîrdal, diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan ne baş e û wiha got: "Hêj dayik li zarokên xwe yên winda digerin. hêj pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin. Hêj siyasetmedarên kurd û kesên li gel wan cih digirin tên binçavkirin, girtin û rastî cezayan tên. Hêj xwendekar tên binçavkirin û girtin. Dêj darbekarên 12'ê Îlonê nayên darizandin.

Di axaftina vekirina lijneyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Abdulbakî Boga, anî ziman ku heta pirsgirêka kurd neyên çareserkirin, dê kuştin û binpêkirina mafên mirovan jî bidome. Boga, da zanîn ku li şûna lêborînê ji malbatên 34 kurdên li Roboskiyê hatin perçekirin û qetilkirin bixwaze û hesap bipirsin, dijberî vê yekê kujer hatin pîrozkirin. Boga, xwest di vê makeqanûna nû de mafê gelê kurd ê tayinê bê dayîn û kurd karibin bi xwe biryara xwe bidin.

Boga, destnîşan kir ku hêj îşkence, kuştin, tecrîd, binpêkirina li girtîgehan, qedexeya ziman, binpêkirina mafên jinan, zarokan, penaberan û civakê tê binpêkirin. Boga, bilêv kir ku hêj binpêkirina mafan berdewam e û feraseta yek ziman, yek çand, yek netew û yek yek yek sersest e. Boga, bibîrxist ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj didome û xwest dawî li tecrîdê bê.

TUNCEL: DIVÊ OCALAN AZAD BIBE

Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku karê wan zahmet e û divê bêtir têkoşîna xwe xurt bikin. Tuncel, da zanîn ku li Tirkiyeyê heta ku şer û pevçûn hebe pirsgirêk çareser nabe û wiha got: "Divê berî her tiştî operasyon bi dawî bibin. Divê tecrîda li ser Brêz Ocalan bi dawî bibe. Divê Girtîgeha Îmralî bi tevahî bê girtin. Divê Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan azad bibe.

Lijne bi hilbijartinê didome.