Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) diyar kir ku, Wezareta Dadê hê bersiv nedaye daxwazên wan û destnîşan kir ku, di çalakiya birçîbûnê de rojên krîtîk li ber derî ne.
Konseya Navenda TTB'ê di derbarê çalakiya greva birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ku ketiye roja 41'emîn de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, çalakiya birçîbûnê ketiye roja 41'emîn û êdî ketiye pêvajoya pir krîtîk. Di daxuyaniyê de hate zanîn ku, her roja diçe hinekê din beşdarî çalakiyê dibin û li gor agahiyên dawî li tevahiya welat di 58 girtîgehan de hêjmar gihiştiye 615 kesî.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, di Belgenameya Malta ya di sala 1991'î de ya Yekîtiya Tabîbên Ciîhanê yên dikevin greva birçîbûnê wiha tê gotin: "Di hêla mejî de bi ewlehî, bi vîn û biryara xwe ketiye çalakiya birçîbûnê, ji ber vê yekî jî ji bo heta demekî yên xwarin û avê hilnade ye" hate bibîranîn. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Greva birçîbûnê ne şêwazek întîharê ye. Hewildanek şermezarkirinê ye. Ew kes bi vîna xwe bi awayek zanebûn xwarinê red dike. Çalakiyeke birçîbûnê heye bi mirinê encam bibe, lê armanca giştî ne mirine. Rojane di astekî de av, xwê û şekir dixwe. Her wiha dema çalakî bi dawî bû ji bo şopên norolojîk yên mayînde pêk neyê teqez divê vîtamînên B1 bê xwarin."
'EM NAXWAZIN HEMAN PÊVAJOYÎ CAREKE DIN BIJÎN'
Di daxuyaniyê de hate aşkere kirin ku, di girtiyên ku ketine roja 41'emîn ya birçîbûnê de hin nîşanên derdikevin holê û rojên rîskên jiyanî destpê kiriye. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: "Hin agahiyên ketine destê me hin çalakvanên greva birçîbûnê vîtamîna B1'î red dikin. Di hin girtîgehan de jî ji bo tenêhiştina çalakvanan û wan xistine tecrîdê, ava vexwarinê ya bi tendurist, xwê, şekir û vîtamînên B1 nayê dayîn. Tê bîra me berê gelek zirarên dayî bedena mirovên di çalakiya birçîbûnê de ne, piraniya wan bi pêşlêgirtina basît dihate astengkirin, lê ji ber ku nehate kirin bû sedema seqetiyê û bi mirinê encam dibû. Me bi xemgînî şahidiyê vê yekî kir. Em naxwazin heman pêvajoyî careke din bijîn."
'WEZARETA DADÊ HÊ JÎ BERSIV NEDAYE'
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, ji bo mirin pêk neyê her kes tiştê dikeve ser milê wan bike û ya girtiyên vîtamîna B1 nagirin, wan bi bûyerên ku tê bi neyînî encam bibe agahdar bikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Me weke TTB ji raya giştî û wezareta dadê re ragihandibû ku em amadene di vê mijarî de peywir bistînin. Lê mixabin hê jî ji hêla wezaretiyê ve tu bersivek ji daxwaz ên me re nehate dayîn. Em careke din jî bi lezginî ya rayedaran dawetê berpirsyariyê dikin. Di vê ji hêla rêvebertiya girtîgehan ve li ser girtiyan pêkanînên tecrîd û tenêhiştin neyê ferzkirin. Beriya cejna nêzik dibe, bi lezginî ava vexwarinê ya bi tendurist, xwê, şekir û vîtamîna B1 ya ji bo jiyankirinê girînge, teqez bê temînkirin û bigihijînin çalakvanan. Bila bê zanîn ku, di vê pêvajoya hesas de nêzikatiyên dijberê vê tê wateya qesta jiyana mirovan tê kirine."