Tirkiyeyê careke din bi qerta Tirkmenan lîst
Di demeke ku amadekariyên hikûmeta AKP'ê yên ji bo şerekî nû li hemberî Rojava û Sûriyeyê bimeşîne dewam dike de, Tirkmenên Sûriyeyî li Dîlokê hatin cem hev û biryar dan artêşê ava bikin.
Di demeke ku amadekariyên hikûmeta AKP'ê yên ji bo şerekî nû li hemberî Rojava û Sûriyeyê bimeşîne dewam dike de, Tirkmenên Sûriyeyî li Dîlokê hatin cem hev û biryar dan artêşê ava bikin.
Piştî ku şervanên YPG/YPJ'ê Girê Spî (Til Ebyad) ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar kirin, hikûmeta AKP'ê dest bi amadekariya şerê li hemberî Rojava û Sûriyeyê kir. Dîlokê jî ji civîneke balkêş re malovanî kir.
Tirkmenên Sûriyeyê di bin navê "şêwira giştî" de li Dîlokê civiyan. Di civîna Meclîsa Tirkmenên Sûriyeyê ya li salona konferansê ya Şaredariya Şahînbeyê de, tevî fermandarên Tirkmen ên li Sûriyeyê şer dikin, 150 kes amade bûn.
Di vê civîna ku di çarçoveya amadekariya AKP'ê ya şerê li hemberî Sûriye û Rojava de hat kirin, Serokê Meclîsa Tirkmen Abdûrrahman Mûstafa got, "Li dijî xeteriya DAIŞ û PYD'ê deqeyeke me nîne ku winda bikin."
JI DAIŞ'Ê BÊHTIR BEHSA YPG'Ê KIRIN
Li gorî nûçeya El Cezîre Abdûrrahman Mûstafa, ji gefa DAIŞ a olperest û faşîst bêhtir behsa "xeteriya YPG'ê" kir û mîna hikûmeta AKP'ê îdîa kir ku YPG'ê gef li zêdeyî 200 jîngehên Tirkmenan xwariye.
Abdûrrahman Mûstafa got, "Ji bo ewlekariya jîngehên Tirkmenan ên li herêmê û talanekirina xaka Tirkmen, pêwîste bi lezgînî Artêşa Tirkmen bê avakirin." Mûstafa anî ziman ku di vî warî de wan hin gav bi pêş ve avêtine.
Fermandarê Tûgayên Envar el Hak Abdûllah Dede ku weke temsîla herêma Girê Spî (Til Ebyad) axivî got, "Projeya Kurdistana Sûriyeyê ya li ser axa Tirkmenan tê avakirin ji sedî 70 bi dawî bûye û eger xemsarî were nîşandan êdî nema dikare behsa hebûna Tirkmenan li ser vê xakê were kirin." Dede bi vê yekê re nîşan da ku artêşa wan wê ne li dijî DAIŞ'ê li hemberî YPG'ê ava bibe.
ARTÊŞA TIRKMEN WÊ AVA BIBE?
Serokê Meclîsa Tirkmen Mûstafa piştî civînê nirxandin kir û diayr kri ku bi Tirkmenên ji herêmên Heleb, Golan, Mûmbûç, Cerablûs, Lazkiye-Bayirbûçak, Îdlîb, Reqa, Til Ebyad û Hûmsê re, tevahiya rojê nîqaş kirine û biryar girtine ku di bin sîwana Meclîsa Tirkmen de Konseya Leşkerî were avakirin.
ÇI HAT SERÊ ÇEKÊN JI TIRKMENÊN BAYIRBÛCAK RE ÇÛBÛ?
Amadekariyên artêşa nû ku Tirkmen bi rexnedayîna "ji bo avakirina artêşê em dereng man" dan destpêkirin, pirsa 'gelo du hezar TIR'ê ji çekan ên MÎT'ê ji Sûriyeyê re şand, bi ku ve çû' xist rojevê. Der barê çekên ji TIR'ên li Edeneyê hatin sekinandin hatin derxistin de, Erdogan di Çileya 2014'an de gotibû, "Rêxistina îstîxbarta milî ya vî welatî, hewl dide alîkariya însanî bigihêjîne birayên xwe yên Tirkmen ên li Bayirbûcak a Sûriyeyê. Li Edeneyê dozgerekî ji bo pêşî li vê bigire, ya ji dest tê dike."