Tirkiyeya 2015’an: Binçavkirin, girtin, mirin, şîdet, tecawiz, qedexe…

ÎHD û TİHV'ê bi wesîleya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovên rapora 11 mehan a binpêkirina mafên mirovan amade kirin û bi raya giştî re parve kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), bi wesîleya 10-17 Kanûn Hefteya Mafên Mirovan rapora mafên mirovan a 11 mehên 2015'an bi raşa giştî re parve kirin. Rapor li Navenda Giştî ya ÎHD'ê hat aşkerekirin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku mafên mirovan ne mafekî bê talûqkirin û pergala Neteweyên Yekbûyî (BM) têk çûye. 

Tarkdogan, anî ziman ku li Pirsûs, Amed, Enqere komkujî pêk hatin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hat xerakirin, Turkdogan, da zanîn ku ev hemû binpêkirina mafên mirovan a herî mezin e, wiha got: "Bi taybetî piştî tax û navçe yên ji aliyên hêzên dewletê ve hatin dorpêçkirin, jin, ciwan zarok, kal û pîr hatin qetilkirin. 

Turkdogan, da zanîn ku di navbera 1'ê Çile û 5'ê kanûna 2015'an piştî Zagona Ewlehiya Navxweyi hat erêkirin binpêkirina mafan zêde bûye. Turkdogan daneyên raporê aşkere kirin û wiha got: 

"* Di gulebaran polîs û leşkeran de 173 hatin kuştin. 226 kes birîndar bûn. 

* Di êrîşên bombeyên zindi de li Amedê 5 kes, li Pirsusê 33 kes, li Enqereyê 100 kes bi giştî 138 kes hatin qetilkirin. Herî kêm 929 kes birîndar bûn. 

*4 kes di bin çavan de hatin kuştin. 

* Di kuştinên kujer nediyar de 19 kes hatin qetilkirin. 

* Li zindanan herî kêm 28 kes mirin. 

* Li leşkeriyê 33 leşker bi awayekî şik mirin. 

* Di teqînan de 5 kes mirin. 22 kes birîndar bûn. 

* Di şer de 171 leşker, polîs û cerdevan, 195 milîtan, 157 welatî bi giştî 523 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

* Di êrîş û tundiya mêr de heta 23'ê mijdarê 255 jin hatin qetilkirin. 

* Di êrişên nefret û nijadî de 4 kes mirin. 

* Di qezayên kar de 1593 karker mirin. 

* Herî kêm 16 penaber di deryayê de noqî avê bûn û jiyana xwe ji dest dan. 160 kes birîndar bûn. 

HEZAR Û 433 KES HATİN BİNÇAVKİRİN

Turkdogan, anî ziman ku di binçavan, girtîgehan û çalakiyan de îşkence zêde bûye û wiha berdewam kir: "Bi taybetî ji ber pirsgirêka Kurd şer dijwartir bûye. Rêjeya êrîşan jî zêde bûye. Di 11 mehên 2015'an de 560 kes rastî îşkenceyê hatin. Ji kesên serlêdan kirin jê 347 kes diyar kirin ku rastî muabeleya xerab hatin. Li gorî daneyên ÎHD'ê, di 11 mehên 2015'an de hezar û 433 kes hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. 

DI PIRSGIRÊKA KURD DE BINPÊKIRINA MAFAN A GIRAN

Turkdogan da zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî girîng, pirsgirêka Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di pirsgirêka Kurd de binpêkirinên mafên mirovan ên giran tê jiyîn. Di mehên dawî de li ser bajar û nevçeyên Kurdan pêkanîn derveyî hiqûqê pêk tên. Li gel qedexeyên derketina kolanan welatî bê elektirîk, bê av û bê pêdiviyên jiyanî hatin hiştin. Hêzên ewlehiyê bi rêbazên herba taybet, ciwan, extiyar, jin zarok qetil kirin."

Turkdogan got ku di sala 2015'an de ji ber pevçûnan 171 polîs, leşker û cerdevanan, 157 welatiyên sivîl û 195 jî milîtanan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 338 hêzên ewlehiyê, 145 milîtan û 70 welatiyên sivîl birîndar bûne.

6 HEZAR 744 KES HATIN BINÇAVKIRIN Û HEZAR 285 KES HATIN GIRTIN

Turkdogan bal kişand ser operasyonên qirkirinê yê siyasî û wiha pêde çû: " 17 şaredar hatin girtin. 9 jê girtî bi tevahî 15 şaredar ji peywirê hatin dûrxistin. Hejmara cerdevanan zêde bû. Di dozên KCK dîsa di operasyonên li hember HDP û DBP'ê de 6 hezar 744 kes hatin binçavkirin û ji van hezar û 285 kes hatin girtin."

Turkdogan diyar kir ku divê li gor lihevhatina Dolmabahçeyê were tevgerîn û axaftina xwe wiha domand: "Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Divê dewlet dest ji polîtîkayên dij Kurd û dij Şiî berde û kantonên Rojava nasbike. Her wiha bi kantonên Rojava re têkiliyên erênî yên cîranetiyê dane."

105 HEZAR Û 958 MALPER HATIN ASTENGKIRIN

Turkdogan da zanîn ku li ser mafê ramanê gelekî tundî hene û ev tişt gotin: "Hê jî 30 rojnameger di girtîgehê de ne. Herî dawî ji Kovara Nokta 2 kes hatin girtin. Malperên ku hatine astengkirin 105 hezar û 958 in. Ev hejmar di sala 2014'an de 40 hezar û 773 û di sala 2013'an de 35 hezar û 1 bû. Ez zêdebûn mirov bi fikar dike."

LI HEMBERÎ KURD Û MUXALÎFAN ŞÎDET 

Turkdogan diyar kir ku di nava sala 2015'ân de li hemberî HDP'ê 417, li hemberî AKP'ê 11 û li hemberî CHP'ê jî 4 bi giştî 432 êrîş li hemberî avahiyên partiyan pêk hatin û wiha got: "Hêzên dewletê di nava salê de li hemberî çalakiyên aştiyane ava şid, guleyên plastîk, çekên kîmyevî û çek bikaranîn. Ji vê şîdetê Kurd, kedkar, elewî, jin, LGBTÎ û gelek komên din nesîbê xwe girtin. Di encama êrîşên hêzên dewletê de 210 kes birînjdar bûn. Di encama êrîşên polîs û leşkeran de 3 hezar û 377 kes jî hatin binçavkirin û 201 kesa jî hatin girtin. Bi giştî 256 bername jî hatin qedexekirin."

DIVÊ DEMILDEST GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ BÊ GIRTIN

Turkdogan anî ziman ku dema AKP hat ser kar li girtîgehan hejmara kesên di girtîgehan de 59 hezar û 429 kes bûn û li gorî agahiyên dawî yên Wezareta Dadê di girtîgehan de 164 hezar û 461 kes hebe û wiha axivî: "Hejmara zarokên di girtîgehan de 2 hezar û 165 kes in. Li girtîgehan de di encama întîxar, îşkence, muameleya xirab, qeza, xemsarî, nexweş û şerê di navbera girtiyan de 28 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehan giştînameya Wezareta Dadê ya 10 girtî hefteyê 10 seatan bên cem hev pêk nayê. Divê demildest Girtîgeha Îmraliyê ya tecrîda herî zêde lê tê bikaranîn bê girtin."

282 JINAN JIYANA XWE JI DEST DA

Turkdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di 11 mehên sala 2015'an de li hemû qadên kar herî kêm hezar û 593 karkeran jiyana xwe ji dest da. Tirkiye di rêza welatên cîhanê yên gaza karbon belav dikin di rêza 23'an de cih digire." Turkdogan da zanîn ku di 11 mehên sala 2015'an de 282 jinan jiyana xwe ji dest dan, 367 jin bi birîndarî xilas bûn û 132 jin jî rastî tacîz û tecawizê hatin.

'HETA AŞTÎ PÊK NEYÊ MAFÊ JIYANÊ NAYÊ PARASTIN'

Turkdogan qebûlkirina belgeya mafên mirovan a sala 68'an pêk tê bibîrxist û wiha pê de çû: "Em salên borî daxwazên lezîn ên herî guncav rêz kirin. Vê carê me rêzkirinekî wisa nekin. Ji ber ku îro li Tirkiyeyê di aliyê mafên mirovan de tişta herî lezgîn pêk bê yek daxwaz heye. Ew jî aştî ye. Heya aştî pêk neyê di şertên wisa de mafê jiyanê nayê parastin, dema mafê jiyanê pêk neyê nemimkûne behsa mafên din bên kirin."