‘Tifaqa AKP/Qesr, CHP û MHP’ê tifaqek antî-Kurd e’

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku AKP/Qesr alîkarê rêxistina terorî ya cemaata Gulen e, got di bin navê qaşo eniya neteweyî de tifaqa bi CHP û MHP’ê re kiriye jî li ser dijî HDP’ê pêş ketiye.

Beştaş destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan ti carî hinceta wê nîne, ragihand ku ev ji geşkirina agir pê ve ne ti tiştê din e.

Piştî tifaqa qaşo eniya neteweyî ya AKP/Qesr, CHP û MHP’ê ku di encama polîtîkayên yekperest ên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate avakirin, operasyonên perçiqandin û qirkirina siyasî ya li dijî Tevgera Siyasî ya Kurd û gelê welatparêz hate destpêkirin, her ku diçe zêdetir dibe. Têkîldarî pêşketinan û polîtîkayên heyî Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş nirxandin kirin.

Beştaş bi bîr xist ku li derdora Serokkomarê Tirk Erdogan, AKP, CHP û MHP ketine nav tifaqekê, anî ziman ku her çiqasî nebêjin di çi mijarê de ev tifaq ava kirine jî ev tifaq li dijî HDP’ê hatiye sazkirin. Beştaş destnîşan kir ku tifaqa heyî li Tirkiyeyê cudahiyan, nasnameyan, baweriyan û zimanan red dike, der bir ku girseya herî mezin a hedefa vê jî Kurd in.

‘YÊ ALÎKARÎ JI RÊXISTINA TERORÎ RE KIRIYE AKP’E YE’

Beştaş bi lêv kir ku tifaqa heyî ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan karibe desthilatdariya xwe domdar bike pêk hatiye, wiha dewam kir: “Ji sala 2002’yan ve Erdogan û partiya wî, tifaqên wî, bi gotinên ‘em xapiyan’ ve hewl didin civakê bixapînin. Têkîldarî cemaata Gulen dibêjin, ‘wan em xapandin, me bibexşînin.’ Lê mesele ne meseleyek efû kirinê û lêborînê ye. Eger Fethullah rêxistinek terorî be alîkarê vê rêxistinê kî ye? Partiya desthilatdar e. AKP û Erdogan e.”

 ‘BI TIFAQÊ RE ÊRÎŞÊN LI SER HDP Û DBP’Ê ZÊDE BÛN’

Beştaş ragihand ku piştî tifaqa antî Kurd êrîşên li ser HDP û DBP’ê zêde bûn, hin mînak dan û wiha domand: “Divê ev rewş yek jî li welatekî demokratîk nîn bin. Em li Tirkiyeyê partiya herî mezin a 3’yemîn in. Ev êrîş ne ji hêla mafya, çete û rêxistinek terorî pêk hat, yekser bi destê dewletê çêbûye. Ev encamên vê tifaqê ne. Piştî hewldana darbeyê jî li dijî beşên muxalîf êrîş gelekî zêde bûn. Ev dijbertî ye. 3 partî di vê mijarê de li dijî me li hev kirin.”

Beştaş ji ber gotinên trajîkomîk ê lîderê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku HDP’ê dawetî rewabûnê dike, wiha bang lê kir: “Em li ser bingehê rewa û mafdar in. Li pey me gel heye. Wek îradeya 25 mîlyonan em li meclîsê ne. Esas em we dawetî rewatiyê dikin. Niha hûn li derdora Qeserê kîlît bûne û bîatî polîtîkayên Qesrê dikin.”

‘POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ GURKIRINA AGIR E’

Beştaş îfade kir ku pişt deriyên girtî hewl didin bêyî HDP’î destûrek bingehîn çêbikin, diyar kir ku CHP û MHP’e jî ji bo karibin di vê mijarê de li ser darazê xwedî par be ketiye nav vê tifaqê.

Beştaş got pirsa herî esasî ew e ku em ê çawa karibin ji vê pêvajoya darbeyê rizgar bibin û wiha pê de çû: “Di vê mijara mekanîka darbeyê de, Birêz Ocalan li Îmraliyê got şer wê xwedî dike. Bi çendan caran got. Ji niha û şûn de ji bo careke din Tirkiye bi pêvajoyên darbeyên nû re hevrû nebe, ji bilî çareserî û demokrasiyê ti vebijêrkên din nîne. Me her tim ev got, em ê bibêjin. Lê dubare dubare heman xeletî tên kirin. Niha tecrîda li ser Birêz Ocalan di esas de gurkirina agir e. Ev provakasyonek pir mezin e. Karên ku darbekaran dema desthilatdarî bi dest xistine, fikrên wan tifaqa niha pêk tîne.”

 ‘TI HINCETA TECRÎDA LI SER OCALAN NÎNE’

Beştaş destnîşan kir ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ti kesî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk naniye, ev jî ti hinceta wê çênabe, wiha dewam kir: “Ev ne ji milê hiqûqî ne siyasî ne wijdanî ne jî exlaqî ti hinceta xwe nîne. Ev tê wateya tahrîkkirina girseyan, provekirinê û teşwîqa ji bo biherikin kolanan e. Lê hê jî wek 3 meymûnan dilîzin. Beriya rê nêz e, divê dest ji vê polîtîkayê bê berdan.”