Şîrê AKP’ê vê carê li Amasyayê zarok nexweş kirin

Şîrê AKP’ê vê carê li Amasyayê zarok nexweş kirin

Li dibistanek seretayî ya li navçeya Mezîfon ya Amasyayê ji ber şîrê bilavkirine 16 xwendekar jehrî bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên hatine girtin, li Dibistana Seretayî ya TOKÎ Kara Mustefa Paşa ya Merzîfon ji ber şîrê bilavkirine 16 xwendekar ji ber zik êş û mîde rabûnê rakirin nexweşxaneyê.

Rêveberiya dibistanê dema ku dîtin ji ber şîrê bilavkirine hinek xwendekar bêserû ber bûn, agahî dan 112 Serwêsa Lezgîn. 16 xwendekar bi ambûlansa rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kara Mûstefa Paşa ya Merzîfonê. Rayedarên nexweşxaneyê diyarkirin ku, zarokên anîne nexweşxanê rewşa wan başe.

Şîrê ku ev du hefteye beriya niha li tevayî welat ji aliyê hikumeta AKP’ê ve hate belavkirin, heya niha ji şîrê bilavkirine nêzî 3 hezar zarok jehrî bûn û rakirin nexweşxanê. Hikumeta ku îdîayên jehrîbûnê red dike, di bilavkirina şîr de bibiryare. Li beramberî vê li gelek cihan malbatan zarokên xwe hişyarkirin ku da şîr nevexwin.