Li Rîzeyê ji ber şîrê bilavkirine 8 xwendekar rakirin nexweşxaneyê.
Şîrê ku bi israra AKP’ê tê bilavkirin, li Rizeyê 8 xwendekarên seretayî jehrî bûn. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, duh siharê xwendekarên Dibistana Seretayî ya Çayirli ya navçeya Kalkandera Rîzê ji ber şîrê vexwarine, bi şikayêta zik êş, ser êş û mide rabûnê ji mamostayên xwe re ragihandin. 8 xwendekarên temenên wan di navbera 7 û 8’an de ji aliyê mamostayan ve rakirin nexweşxanê. 4 xwendekar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rîzê û 4 xwendekarên din jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Rîzeyê beşa lezgîn. Hat hînbûn ku rewşa xwendekaran başe.