Parlementerê berê û Serokê Rêxistina BDP'a Dêrsimê Şerafettin Halîs, bi Serokomar Abdullah Gul re li Koşka Çankayayê hevdîtin pêk anî. Halîs, di hevdîtina bi Abdullah Gul re derbarê Dadgehên Bi Rayeya Taybet heta berdana parlementeran dosyayek pêşkêş kir.
Parlementerê serdema 23'mîn yê BDP'ê yê Dêrsimê û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Dêrsimê Şerafettin Halîs, bi Serokomar Abdullah Gul re hevdîtin pêk anî. Halîs ku dema parlementer bû ji ber axaftinên wî derbarê wî de gelek doz hatin vekirin. Li ser van dozan nameyek ji Gul re şand û piştî nameyê Gul Halîs vexwend Koşka Çankayayê kir. Halîs piştî hevdîtina bi Gul re derbarê hevdîtin û armanca hevdîtinê ji ajansa DÎHA'yê re axivî. Halîs anî ziman ku, Serokomar Gul ew bi germî pêşwazî kir û wiha got:
"Min di hevdîtinê de li ser rewşa Dadgehên Bi Rayeya Taybet, TMK û TCK'ê nerînên xwe parve kir. Min xwest ev dadgehên ku li ser şopa dadgehên Îstîklalê hatine avakirin bên guhertin astengiyên ji ber TMK û TCK'ê bên rakirin. Dîsa min xwest siyasetmedar, şaredar û parlementerên girtî serbest bên berdan. Min anî ziman ku, di nava operasyonan de makeqanûna nû nayê kirin. Dîsa min fikara xwe ya li ser pergala 4+4+4'an û nerazûnên cemaweriyê parvekir."