Şehîdên cotmehê li Swîsreyê hatin bibîranîn

Şehîdên cotmehê li Swîsreyê hatin bibîranîn

Şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên meha cotmehê li bajarê Solothornê, bi çalakiyek ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Swîre, Heyva Sor a Kurdistanê û Saziya Malbata Şehîdan ve hate lidarxistin, hatin bibîranîn.

Di çalakiyê de nêzî 700 Kurdistanî beşdar bûn. Dîwarnên salonê bi wêneyên kesên di meha cotmehê de, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan hate xemilandin. Di çalakiyê de rojanmevan û siyasetmedarê Kurd Fûat Kav, Berdevka Meclîsa Jinan a Bêrîtan a Zurîhê Şukran Sîncar û nunerên Hevya Sor û Saziya Malbatên Şehîdan amade bûn.

Şukran Sîncar li ser navê tevgera jinan axaftinek kir û diyar kir ku gelê Kurd dê li ber ronahiya fedekarî û bedelên şehîdên bi dehan sal e dane, têkoşîna xwe bidomîne. Sîncar da zanîn ku ew ê wek tevgera jinan zêdetir li şehîd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî derbikevin û got; “Em bi rêzdarî bejna xwe li ber hemû şehîdan têkoşînê û bi taybet jî şehîdên meha cotmehê ditewînin.”

Piştî axaftinên li ser navê Heyva Sor û Komîsyona Dayikên Aşitiyê hate kirin, rojnamevan Fûat Kav axivî û diyar kir ku gelê Kurd dê zêdetir li şehîdên xwe xwedî derbikevin.

Çalakî bi piştî axaftina, bi stranên Seyidxan bi dawî bû.