Şaredarê Rennesê çû serdana greva birçîbûnê

Şaredarê Rennesê çû serdana greva birçîbûnê

Şaredarê bajarê Franse Rennesê Daniel Daleau bi boneya piştgiriyê çû serdana konê greva birçîbûnê ya ku bi armanca piştgiriya bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger, ji aliyê Kurdan ve li bajêr hatiye vedan. Şaredarê Rennesê da znaîn ku pirsgirêka Kurd bi şer çareser nabe, tenê dikare bi muzakereyan çareser bibe.

Kurdan li bajarê Rennes ê Franseyê bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ên ku di girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve bi daxwaza serarastkirina şert û mercên ewlehî, tenduristî û tevgera azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, ji bo du rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistin.

Şaredarê Rennesê Daniel Daleau bi armanca piştgiriyê çû serdana konê li Qada Republique (Komar) hatiye vedan û guhdarî daxwazên Kurdan kir. Çalakgerên Kurd dan zanîn ku greva birçîbûnê di roja 38’emîn de ye û ji wana xwest ku zextê li dewletê bikin.

Her wiha, Şaredar Daleau diyar kir ku dê alîkar û parêzerê wî di demên pêş de biçin Amedê û doza KCK’ê û grevên birçîbûnê ji nêzîk ve bişopînin û rapora encama serdanê ji saziyên peywendîdar re bişîne. Çalakgeran ji ber serdana piştgiriyê malavahiya şaredarê Frensî kirin.

Kurdên li Rennes û bajarên derdorê dijîn piştgiriyê didin çalakiyê. Nunerên partiyên herêmî û rêxistinên sivîl bi armanca piştgiriyê tên serdana çalakiyê. Her wiha çapemeniya Frensî ya herêmê cihek berfireh dan çalakiyê.

Çalakiya greva birçîbûnê dê roja duşemê saet di 14.00 de bi dawî bibe. Dê di dawiya çalakiyê de daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê çalakger dê beşdarî çalakiya bîranîna gerîlayên HPG’ê Mûrat Aca (Serxwebûn) ê ku li Dihê jiyana xwe ji dest da ya ku dê li Mala Çandê ya Kurdan a Amarayê bê lidarxistin bibin.