Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, diyar kir ku fermana bombebarana li Qilebanê ya ku 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dan fermandarên dîmen temaşe kirin da. Şahîn, da zanîn ku li Qilebanê tiştê ku lêborînê bixwazin tuneye û psîkolojiya sûcdariyê jî najîn. Şahîn di axaftina xwe de berpirsiyarê komkujiyê jî weke kesên jiyana xwe ji dest dan û BDP nîşan da û wiha got: "Divê ev civanên me li wir neban. Fermana qaçaxçîtiyê BDP dide."
Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn bersiva pirsên Nûnera NTV ya Enqere Nîlgun Balkaç da. Wezîr Namî Şahîn, têkildarî komkujiya di 28'ê kanuan 2011'an de li gundê Roboskiyê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê ya ku 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dan tu tiştên lêborînê bikin tuneye û fermana bombebaranê jî fermandarên dîmen temaşe kirin da, anî ziman.
‘FERMANA BOMBEBARANÊ FERMANDARÊN ENQERÊ DA’
Wezîr Şahîn wiha axivî: "Mekanîzmaya hemû saziyan û rêveberina wan heye. Mekanîzmaya TSK, teşkîlata polîsan û dadê heye. Komeke weke terorîstan hate bombebarankirin. Ev bûyer li ser xaneya hêzên me yên ewlehiyê weke tercubeyekê hate nivîsandin. Fermana ji aliyê Birêz Serokomar, serokwezîr û serfermandar ve nehate dayîn. Ez jî bûyerên li 81 bajaran hemûyan nikarim rêvebibim. Lêpirsîna vê yekê jî şaşe. Teqez rêveberî berpirsiyare. Ji şaşiyê jor jî berpirsiyare. Di heman demê de rayedarên leşker û polîsan bûyerê rêve dibin. Fermana bûyerê fermandarên li Enqere dîmen analîz kirin da."
Şahîn, bilêv kir ku gundî dema qaçaxçîtî dikirin hatin kuştin û heke sax hatiban girtin dê hatiban darizandin û wiha axivî: "Bûyera qaçaxçîtiyê li herêmê ma. Ew herêm di kontrola KCK'ê de ye. Rêxistina terorê gule, sol û cilan bi pere dikire. Ev ciwan figuranin. Aktorên film yên sereke hene." Şahîn, ligel herêmê ji aliyê PKK'ê ve nayê bikaranîn weke "Herêm di bin kontrola KCK'ê de ye" nîşan da û komkujî rewa nirxand.
‘TIŞTEKÎ KU EM LÊBORÎNA XWE BIXWAZIN TUNEYE’
Şahîn, berpirsyariya hikûmetê nedît û BDP weke perçeyek bûyerê nîşan da û wiha axaftina xwe berdewam kir: "BDP perçeyekî vê bûyerê ye. Malên qaçaxçîti PKK'ê dan wan mirovan. Ranta qaçaxçîtiyê jî rêxistina terorê KCK digire. Dema ku mirov berê xwe dide hemû filmê tu tiştê lêborîn bê kirin tuneye. Şahîn, bi gotina "em psîkolojiya sûçdariyê najîn" komkujî parast û berpirsiyarê komkujî jî ew ciwan nîşan da û wiha axivî: "Divê ew civanên me li wir neban. Fermana qaçaxçîtiyê BDP dide."
Şahîn têkildarî gotinên Serokwezîr Erdogan ên "Muhatab BDP ye" jî wiha nirxandin: "Şertê muzakereyê yê sereke çek berdana terorêye. Serokwezîr bang kir. Vîn û pisporiya BDP’ê heye. Min tu caran heviya xwe winda nekir. BDP di bin kontrol KCK’ê de ye. Nemimkune bi Ocalan re muzakere bê kirin. Ji sûcê terorê cezayê heta heta girtiye. Bi keseke wisa re nemimkune hevdîtin bên kirin. Bi partiya siyasî ya li meclîsê hevdîtin dikarin bên kirin."
Şahîn bal kişand ser mijara Suriyeyê jî û wiha got: "Suriye dixwaze tolê ji Tirkiyeyê digire û dixwaze Tirkiyeyê bêxwe zorê. Suriye li ser sînor çav li rêxistina terorê digire."