Şahîn: Fermana bombebaranê Fermandariya leşkerî da

Şahîn: Fermana bombebaranê Fermandariya leşkerî da

Wezîrê Navxweyî Îdris Naîm Şahîn, di bernameyek taybet ya NTV de axivî û diyar kir ku, fermana bombebarana Roboskiyê fermandarê ku dîmen demaşe kirine daye.

Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, di bernameya taybet ya NTV de axivî û pirsên li ser komkujiya Roboskiyê bersivand. Şahîn, diyar kir ku fermana bombebarana ku bû sedema kuştina 34 kesan ji aliyê fermandarê leşkerî yê ku dîmen temaşe kirine ve hatiye dayîn. Şahîn, li ser muhatapbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî axivî û da zanîn ku, ne pêkane Ocalan muhatab bigire. Şahîn, li ser operasyonan jî rawestiya û wiha got: "Îstixbarat dê berdewam bike. Li ser îstîxbaratan dê operasyon bidome."