Endamê Lijneya Desteya Rêveberiya Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ender Îmrek bal kişand aliyên cûda dikarin xwe bi rêyên hedefê hevpar bigihînin hev û torek xurt a muxalefetê ava bikin. Îmrek destnîşan kir ku dibe li gel biryara partîbûnê hin alî û komên nû beşdarî HDK’ê bibin.
Kurd û aliyên sosyalîs bi hev re gelek cerebandinên wan çêbûn. Endamê HDK MYK Ender Îmrek, beriya ku bal bikişîne ser van taybetiyên HDK’ê wiha dest pê kir: "Hemû hevparên HDK’ê nebin jî beşek dem bi dem hatin gel hev û îttîfak kirin. Di dema ku kampanyayên şoven û nîjad bilind dibûn de, bi hêzên kurd re li qadan bûn hêzeke mezin. Di hilbijartinên herêmî û giştî de îtîfaq hatin hilbijartin. Hêzên çep, soyaslîs di nava xwe de an jî bi kurdan re ketin nav tevgerê û yekîne avakirin. Ev yekîne girîng bûn. Di qada sendîkal de îtîfaqên hatine çêkirin an jî didomin hene. Ev hemû girîng in.”
NE TEVGERA TU KAMPANYAYEKÊ YE; DÊ HER TIM HEBE
Îmrek HDK’ê tevgereke berfirehe û wiha got: “Tenê bi çep, sosyalîs û kurdan sînor namîne. Tevgera ked, rêxistinê pîşeyî, kesên xweser, kesên LGBT, femînîst, baweriyên cuda û gelekên dinin.”
Îmrek da zanîn ku HDK tevgereke kul i dijî AKP, CHP, MHP, yên paşverû, nîjadperest, kapîtaîst têdikoşe û wiha dirêjî da axaftina we: “Ji bo wekheviya gelan, azadiya rêxistin, raman û çapemeniyê dê bi têkoşînê bê qezenckirin. Partî di vê têkoşînê de, di pêvajoyên hilbijartinan de dê bibe amûrek. Rêxistin dê di destê gel de de dema ku bixwaze dê bikarbîne. HDK’ê dê bi van hevparên din av de cih digire sînor nemîne. Bi hêza kongreyê em dê partiyekê ava bikin.”
Îmrek der barê amadekariyê planan de jî wiha dibêje: “Bi taybetî xebatên ku HDK dimeşîne û hêza ku afirandiye, her wiha şert û mercên Tirkiyeyê nîşan dide ku em bo partiyekê amade ne. Em hêj di serê rê de ne. Lê têkoşîn, bihevrebûn, hêz, ji bo alternatîfa gele û kedariyê pêwîstî, çareseriya pirsgirÊka kurd me partî kir rojeva xwe.”
‘KESÊN DI NAVA HDK’Ê DE WEKHEV IN’
Îmrek da zanîn di heman demê HDK hedefa wê eve ku pirsgirêkên k udi dîroka komara Tikriyeyê de nehatiye çareser kirin, çareser bike û nêzîkatya polîtîk jî wiha vegot: “Tirkiye teslîmê polîtîkayên emperyalîst, neolîberal û kapîtalîst bûye.kesên ku îtîrazê vê dikin divê li pey doza xwe biçin. Em wekî tevgereke hesapirs dê pêşve biçin. Aliyên ku di HDK’ê de cih bigirin xwedî mafê wekhevin. Tu kes, ji kesî bilindtîr nîne. Kes kes li gorî îrade û azaidya xwe dê têbikoşe û ji hev hêz û piştgiriyê bigire. Me destpêkek baş kir û gelek tişt li pey xwe hişt. Bêguman kêmasiyên me, fikarên me hene. Lê em van dê bi piştgiriya gel, rêxistina gel, ji çînan û kedaran dê ji holê rabikin.”
OLDAR, KESÊN DIN BIN BANDORA KEMALÎMZÊ DE MANE, KESÊN DI HILBIJARTINAN DE PIŞTGIRÎ DAN BLOKÊ
Îmrek destnîşan kir ku HDK ne tenê kurd û sosyalîstan di nav xwe de dihewîne, hevpapariyeke mezin afirandine û wiha pê de çû: “Ez bang li hemû aliyan dikim. Ji qada gel û baweriyan dê tevlibûneke girîng hebe. Teverên hawirdorên hene. Femînîst, rewşenbîr, hunermend, kesên LGNT, aliyên oldar hene. Em wisa difikirin ku Ciwanên Musliman yên Antî- Kapîtalîst dê di HDK’ê de cih bigirin. Kesên têkiliya wan bi dewleta kûr nîne, kesên ne nîjaperetin û di bin kemalîzmê de nemane lêgerîna wan erniyê ye. Tu sedem tune ku ev din ava HDK’ê de cih negirtin. Kesên di hilbijartinên herêmî de piştgirî dan namzetên blokê. Dê tevlibûneke mezintir bikin. Ciwan dê din ava vê de cih bigirin. Dîsa jin dê bi tevlibûneke mezin tevbigerin. Ez di wê bwaeriyê de me ku em dê roj bi roj tevgera xwe mezintir bikin.”