Tevî dîmenê îşkenceyê û raporê jî mexdûr hatin cezakirin!

Tevî dîmenê îşkenceyê û raporê jî mexdûr hatin cezakirin!

Li gel rapor û dîmenên li ser îşkenceya li 3 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tıpa F ya Hejmara 1. a Sîncanê, gardiyanan bi îdîaya "wan li me dan" giliyê girtiyan kirin û dadgehê jî li her yek ji girtiyên rastî îşkenceyê hatin 7 meh cezayê ragirtinê birî.

Binpêkirina mafan û îşkenceya li girtîgehan naqede. Girtiyê bi navê Baran Onûr Dogan, der barê îşkence, şîdeta fîzîkî û psîkolojîk a li girtiyên ji doza MKP'ê li Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê tê kirin de, berî 4 rojan faksek ji Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqereyê re şand û bûyerên bi serê wan de tên, ragihand.

Dogan diyar kir ku ji bo bidestxistina mafê xwe yê berî 8 mehan di Girtîgeha bi Hejara 2. ji dest wan hatibûn girtin ketine nava hewldanan, lê belê bi xesp û êrîşên nû re bersiv ji hemû hewldanên wan re hatiye dayîn. Dogan got, "Hemû nameyên me yên li ser xespkirina mafên me yên li girtîgehan tên desteserkirin, pêşî li mafên me yên spor-sohbeta hundir tê girtin. Çûyîna me ya dadgehê û sewqa nexweşxaneyê tên astengkirin. Rêveberiya ku polîtîkayên tecrîdê dişidîne, bi cezayên dîsîplînê yên bi salan, hewl dide berxwedanê bişkîne."

Dogan da zanîn ku rêveberiya girtîgehê zexta psîkolojîk zêde kiriye û di dewama nameya xwe de got, "Dema ji polîtîkaya bênasnamekirina girtiyên şoreşger encamek negirtin, di mehên bihurî de dest bi pêleke êrîşan a plankirî kirin. Ez û rêhevalên min Kûrtûlûş Derman, Mûrat Aygul dema ji bo axaftina bi telefonê ya heftane em ji hucreyê derketin, destpêkê rastî tacîza devkî piştre jî êrîşa fîzîkî ya gardiyanan hatin. Êrîşa 20-25 kesan nîşanî me da ku ev êrîş plankirî ye. Li korîdora navberê bi pihîn û kulman li me dan û em li erdê kaş kirin. Ji bo hilma me biçike, dev û bêvila me girtin."

ÎŞKENCE KIRIN, GILÎ RED KIRIN

Dogan da zanîn ku piştî îşkenceya fîzîkî ew bi saetan hatine rawestandin û îşkenceya psîkolojîk li wan hatiye kirin û anî ziman ku piştre ew birine revîrê û rapora li ser lêdanê girtine. Dogan diyar kir ku piştî îşkenceya 14ê Adarê ew ji Hejmara 2'an sirgûnî Hejmara 1'ê hatine kirin û anî ziman ku wan giliyê îşkencekaran kirin e, lê gilî hatine redkirin.

Dogan da xuyakirin ku ji ber di dema îşkenceyê de dirûşma "Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe" qîriyane, der heqê wan de bi hinceta "Li dijî karmend derketine, li karmendan dane" doza cemaweriyê li wan hatiye vekirin û diyar kir ku tevî rapor û dîmenên îşkenceya li wan hatiye kirin heye jî, heyeta dadgehê di rûniştina 31'ê Cotmehê ya li 4. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Enqereyê de, giliyên gardiyanên bi navê Çagatay Ûygûn, Bûrak Bolukbaş, Mûstafa Ogûz û Mûstafa Akbal qebûl kiriye.

Dogan da zanîn ku heyeta dadgehê 7 meh cezayê ragirtinê li her yek ji wan birî ye û îşkencekar mafdar nîşan daye.