Tevgera PKK’ê bi Sakîneyan kevneşopiya jina azad afirand

Tevgera PKK’ê bi Sakîneyan kevneşopiya jina azad afirand

Bi wesîleya 36. salvegera damezrandina PKK’ê ku em bi nivîskar Salih Sezgîn re axivîn, diyar kir ku di roja me de li pişt sekna berxwedêr a jinan Sakîne Cansiz a li Parîsê bi sûîqesteke xayîn hat qetilkirin heye. Sezgîn got ku Sakîne ne tenê ji bo jinan ji bo zilam jî di nêzîkatiya li hember jinan de xwedî rolele diyarker e, bi sekna xwe ya bi biryar jin-zilam ji her kesî re bûye mînak.

Salîh Sezgîn bi nave xwe yê din Yilmaz Sezgîn, di salên 1980’î ku faşîzm bi awayekî herî dijwar rû dida li Girtîgeha Amedê ya hejmar 5 girtîbû. Sezgîn yek ji şoreşgerê berxwedêrên ku li hember îşkence û zilma herî bê rehm li ber xwe dida. Sezgîn ku wê demê 17 salî bû, wek duh tê bîra wî. Sezgîn got, “Ez wê demê 17 salî bûm. Li Bêrecûk a Riha dimam. Dema ez sibehekê şiyar bûm. Li her cihî li ser her dîwarî nivîsên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) nivîsandîbû. Ez wê demê ne di ferqê de bûm ku destpêka têkoşîneke demdirêj e. Agirê heyecana wê demê bandor li ser hemû bedena min kiribû.”

EM BI SAYE PKK’Ê AZAD BÛN!

Sezgîn diyar kir ku têkoşîna PKK’ê bi gelê Kurd nasname û baweriya bi xwe da qezenckirin. Bi saya tevgerê gelê Kurd ê bi destê dewletê bibû xerîbê cewhera xwe li pirsa em kî ne, em çi ne li bersivê geriya. Sezgîn wiha dewam kir: “Em wê demê xeribê nasnameya xwe û xwe bûn. Bi saya têkoşîn û vejîna PKK’ê careke din gihiştin hebûna xwe. Me li hember asîmîlasyona dewletê ya li hember nasname û çanda me bend danî û em ber bi azadbûnê ve çûn.”

BI SAYA HEVAL SAKÎNE MIN HÊZA JINÊ FERQ KIR

Sezgîn da xuyakirin ku têkoşîna PKK’ê di heman demê de şoreşa jinê ye, bi vê têkoşînê rê jinê rolekî diyarker lîstiye, tevgera ku nasnameya jina azad afirandiye, li Kurdistanê nêrîna feodal a ji aliyê erk û pergala dewletê li Kurdistanê di serê zilam de hatiye bicihkirin hilweşandiye. Sezgîn diyar kir ku jinan cara yekemîn di şexsê Sakîne dîtine bê çiqasî têkoşêr û berxwedêr in, Sakîne Cansiz bi sekna xwe ya bi biryar ji her kesî re bûye mînak, bi her alî ve têkoşîn û bîrdoziya PKK’ê re bûye yek.

TIMÎ EZ TEŞWÎQÎ NIVÎSANDINÊ KIRIM

Sezgîn got ku cara yekemîn li zîndana Amedê Sakîne Cansiz dîtiye û di sala 1991’ê de jî li Girtîgeha Amasya ya bi awayekî sirgûn şandibûn wir Cansiz nas kiriye. Sezgîn ew roj wiha vegot, “Li Girtîgeha Amasya hefteyê carekê, derfetên me yên em bi kaxuşên din re hevdîtinê pêk bînin hebûn. Min hevala Sakîne di hevdîtineke wiha de nas kir. Bi disîplîn, berxwedêr, parveker, hem li hember dijmin û hem jî li gel hevalên xwe gotina xwe dianî ziman. Her gotineke wê mîna tesîreke guleyekê bike, li hundirê çavên mirovan dinêrî û diaxî. Bi sekna xwe bala mirovan dikişand.” Sezgîn diyar kir ku Sakîne Cansiz ew teşwîqî nivîsandine kiriye û got, “Min not ji hevala Sakîne re dişandin. Min pirs dikirin. Wê demê nivîsa min xerab bû. Lewma dema min not dişand, min şerm dikir. Gelek caran min ji hevalê Muzaffer re dişandin. Heval ji min re got ku nivîsandina xwe dewam bike. Timî ez teşwîqî nivîsandinê kirim.”

SEKNA SAKÎNE ÎRO LI KOBANÊ ŞEKL DIGIRE

Sezgîn diyar kir ku di tevgera PKK’ê de yekem nêzîkatiya li hember jinê ji pratîka Sakîne Cansiz fêr bûye û ew deyndarê Cansiz e. Sezgîn got: “Sekna bi biryar a Sakîne Cansiz îro li Rojava, Şengal û Kobanê xwe nîşan daye û ronahiya Cansiz wê tu caran venemire.”