TEV-DEM’ê ji bo Mexmûrê bang li NY’yê kir

Rêveberiya TEV-DEM’ê êrîşa li dijî wargeha Mexmûrê şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku derbarê vê êrîşê de bi berpirsyarî tev bigere. TEV-DEM’ê her wiha bang li Netewên Yekbûyî kir ku girêdayî bûyerê helwesta xwe zelal bike.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkilidarî êrîşa şeva 6’ê Kanûnê ya li dijî Wargeha Mexmûrê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrîşa li dijiî wargeha penaberan a Mexmûrê ya nêzî bajarê Hewlerê ya Başûrê Kurdistan ku roja 6‘ê Kanûnê ya îsal pêk hat, peymana navnetewî ya sala 1951’an a taybet bi parastina pênaberan bin pê dike. Wekî tê zanîn ku berpirsyartiya parastina penberên dikeve ser milên hikûmetên ku ew penaber pêşwazî kirin e. Peymana 1951‘an de ji aliyê 139 welatên cîhanî ve hate îmzekirin, pêwîste bendên wê werin bi cih kirin. Komseriya Penaberan derbarê şopandina vê peymanê berpirsyar e, dema tê xwestin mûdaxeleya misogerkirina mafên sereke wekî çandî û civakî yên penaberan dike. Di sala 1967‘an ji bo parastina penaberan protokolek hate derxistin. Dema bendên peymanê an jî protokolê têne binpêkrina ji Konseya Ewlekariyê tê xwestin ku li gorî yasayên têkildarî parastina jiyana penaberan tevbigere.

Êrîşa hovane ya ku di encama wê de, 5 kes şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn, binpêkirina xaka Iraqê ye û hedefkirina îradeya navdewletî ye. Bi taybet ji ber ku berpirsyariya parastina penaberên wargeha Mexmûrê ji hikûmeta Iraqê û Desteya Neteweyên Yekbûyî ye.

Em wekî Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) êrîşa li dijî gelê me yê li wargeha Mexmûrê şermezar dikin. Wekî tê zanîn gelê Mexmûrê di demek berê de li dijî êrîşên DAIŞ‘ê ku dixwest tevahî Hewlêr dagir bike, xeta yekemîn a parastinê ava kir. Bê guman êrîşa nû ya li dijî Mexmûrê her çiqasî ji yên din cuda be jî girêdana wê bi ya yekê heye.

Di heman demê de, em ji malbatên şehîdên vê êrîşê re sersaxiyê dixwazin. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku bi awayekî fermî tevbigere da ku derbarê vê êrîşa bê bext lêpirsînê veke û helwesta xwe diyar bike, careke dî em bang dikin ku bi erka xwe ya mirovî û exlaqî li beramberî jiyana penaberên vê wargehê pêk bîne û wekî dozekê veke û li pey aliyê ku destê wan di vê êrîşê de hene, bikeve.  Em ji aliyê xwe ve radighînin ku em amade bixebitin da nehêlin buyerên bi vî rengî, çi li herêmên me be û çi li Iraq û herêma Kurdistana Iraqê be di demên pêş de çêbibe. Em bang li neteweyên yekbûyî dikin ku derbarê vê buyerê helwesteke zelal nîşan bibe û bê deng nemîne.

Careke din em ji malbatên şehîdên vê êrîşa ne merd re sersaxiyê dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em ji gelê Kurd re û tevahî gelên Rojhilata Navîn re tekez dikin ku pêşeroja sîstemên serdest li vir nine, bi saya tevgera gelên berxwedêr ê şoreşger çarenûsa wan wê têkçûyîn be.”