Teqîna li Afyonê bû 'karesata xwezayî'

Teqîna li Afyonê bû 'karesata xwezayî'

Di nameya ku Fermandariya Hêzên Bejahî ji malbatên 25 leşkerên di teqîna li cebilxaneya Afyonê de jiyana xwe ji dest dayîn şandîn de weke, leşkeran ji ber sedema 'karesata xwezayî' jiyana xwe ji dest dan ragihand.

Fermandariya Hêzên Bejahî ji malbatên 25 leşkerên di teqîna li cebilxaneya Afyonê de jiyana xwe ji dest dan name sand. Di nameya mijara gotinê de ji bo leşkeran “Di dema peywirê de ji ber sedema karesata xwezayî şehîd ketin” hate gotin.

Leşkerên ku weke “şehîdên peywirê” hatin binavkirin, ji ber ku ji dervey çarçoveya Zagona Tekoşîna li Dijî Terorê mane, dê mafê kar nedin endamên malbatên wan. Weke din tenê 3 hezar lira alîkariya mirinê bidin malbatên leşkerên di teqînê de jiyana xwe ji dest dayîn. Ger di çarçoveya TMY’ê de hatibana girtin dê 60 hezar lîra daban.