Temel: Ewlehiya jiyanî ya girtiyan nîn e

Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku ewlehiya jiyanî ya girtiyên Girtîgeha bi hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê nîn e ku li ber girtina dora pencereyên qawîşan bi têlan, rabûne.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayîp Temel, binpêkirinên di Girtîgeha bi hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê xist rojeva meclîsê. Temel, ji bo Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag bibersivîne, pirsnameyek da. Di pirsnameyê de hat bibîrxistin ku girtî ji ber nexweşî û sedemên jiyana xwe ji dest didin û wiha hat gotin: “Sewq û sirgûn, êşkence û pêkanînên xerab, tecrîd û îzolasyon, astengkirina dîtina malbatan, astengkirina mafê haydarbûna ji hev, lêpirsînên dîsîplînê yên bi neheqî û wekî din gelek binpêkarî diqewimin.“

Di nameyeke ku girtiyek ji Girtîgeha bi hejmar 12 ya Dûmlû ya Erziromê ji Temel re şandiye di pirsnameyê de hatiye bicihkirin de wiha hatiye gotin: “Pencereyên qawîşan jixwe hesinkirî ne, bi ser de têl bi pencereyan ve kirine. Girtî ji roniya rojê bêpar in.“

Temel da zanîn ku wî têkildarê mijarê li ser telefonê bi midûrê duduyan ê girtîgehê re hevdîtin kiriye û ev tişt dan xuyakirin: “Girtina dorê li pencereyan bi têlan, pêkanîneke tecrîdê ya dijmirovî û rûmetşikên e. Divê wezareta we demildest dev ji girtina dorê li pencereyên qawîşên girtiyan bi têlan berde. Di girtekê de hatiye nivîsandin ku girtiyan dirûşmên ‘Bimire Komara Tirkiyeyê, bimire hikûmet, azadî ji Demirtaş re‘ berz kirine; lê girtiyan gotiye ku wan ev dirûşm berz nekirine û diyar kirine ewlehiya wan a jiyanî nîn e.“

Temel pêşniyazname bir meclîsê û ev pirs ji Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kirin:

* Çima têl bi pêncereyan ve hatine kirin?

* Ev pêkanîn ne li dijî wan peymanên navneteweyî ye ku we jî îmze kirine?

* Têkildarê peywirdarên girtek di der barê girtiyan de girtekek ku tê de diruşimên girtiyan berz nekirine nivîsîne wê dest bi lêpirsînê bê kirin?

* Devdirên we ji bo parastina ewlehiya jiyanî ya girtiyan çi ne?’’