Têkoşîna girtî ya ji bo mafê telefonê!

Têkoşîna girtî ya ji bo mafê telefonê!

Girtiyê muebetê Hasan Şahîngoz ji ber ku ‘tekmîl neda’ ji meha çide deye mafê wî yê telefonê ji destê wî hatiye girtin û Şahîngoz ji bo mafê xwe yê telefonê qezenc bike serî li riyên hiqûqî dide. Şahîngoz hem serî li ser Dadgeriya Înfazê, hem li dozgeriyê û hem jî li dadgehê da. Şahîngoz da zanîn ku bila dawî li vê pêkûtiyê bê û mafê wî şûn de bê dayîn.

Li gorî Qanûna Înfaza Cezayê girtî û hikûmxwar hefteyê carekê 10 deqeyan dikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Lê ev maf ji ber dayîna tekmîlê li gelek girtîgehan ji destê girtiyan tê girtin. Ji van girtiyan yek jî Hasan Şahîngoz e.

TEKMÎL QEBÛL NEKIR…

Şahîngoz di 3 çile de dema bi malbata xwe re diaxivî hevdîtina wî hate qutkirin. Qerta telefonê ji aliyê rayedaran ve bi zorê hate derxistin. Şahîngoz bi israr xwest mafê xwe bikarbîne û li ser vê ew avêtin hucreyê. Îdareya girtîgehê bi vê jî sînor nema û bi hinceta ku bi zorê birine hucreyê 3 mehan cezayê şandina name, telefon û faksê danê. Şahîngoz li ser vê desti bi karûbarê hiqûqî kir. Ji bo ku ev pêkûtiyên antîdemokratîk bên rawestandin têkoşîna xwe didomîne.

XWEST MAFÊ WÎ BÊ DAYÎ

Şahîngoz da zanîn ku bila mafê wî şûnde bê dayîn û di parastina xwe de cih da van îfadeyan;Ev pêkûtiyên li ser me bandorê li ser malbatê me jî dike. Ev pêkûtî di serî de li hemberî min û li hemberî malbata min sûce.” Şahîgoz serî li ser her riyên hiqûqî da û xwest ku mafên wî şûnde bên dayîn.