Têkoşer Dilbirîn Dêrikî li Hannoverê hat bîranîn

Şervanê QSD'ê Şadî Mihemed bi nasnav Dilbirîn Dêrikî yê 28'ê Tebaxê di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Hannover ê Elmanyayê hat bîranîn.

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şadî Mihemed bi nasnav Dilbirîn Dêrikî yê 28'ê Tebaxê di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Hannover ê Elmanyayê hat bîranîn.

Merasîma bîranînê ji Partiyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Saziya Malbatên Şehîdan ve di 11'ê Îlonê deli Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hannoverê hat lidarxistin. Tevî xizmên Dêrikî gelek Kurdistaniyên li herêma Hannoverê dijîn beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Apê Dilbirîn Dêrikî li vir axivî û şehadeta biraziyê xwe li gelên Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Nûnerê PYD'ê jî da xuyakirin, ku Dilbirîn Dêrikî ne şehîdê partiyekê yan jî parçeyekî Kurdistanê ye, ew şehîdê tevahiya gelê Kurd e.

Li ser navê rêxistina NAV-DEM'ê ya eyaleta Nîedersachsenê welatiyê bi navê Tahir axivî û destnîşan kir, ku ya destketiyên gelên Kurdistanê pîroz dike, xwîna şehîdan e.

Qisekeran soza şopandina rêya cangoriyên têkoşîna azadiyê dan.

...