Têkiliyên Kurd û Ereban veguherî hevkariyeke stratejîk

Têkiliyên Kurd û Ereban ku xwedî kokeke dîrokî ne, bi avakirina Rêveberiya Xweser û QSD`ê re veguherê hevkariyeke stratejîk û li hemberî hemû êrişên ji derve û yên hundirîn, di yek sengerê de têkoşîna hevbeş meşandin.

Kurd û Ereb her du pêkhateyên kenvar li herêmê û nexasim li axa Mezpotamyayê bi hev re jiyane. Têkiliya di navbera Kurd û Ereban xwedî kokeke dîrokî ye ku vedgere bi hezaran salan.

Her du pêkhateyan bi hev re herêm ji êrişên hêzên derve, nexasim ji êrişên Xaçeperestan di serdema Selahedîn de û Osmaniyan, parastine. Ji aliyekî din ve jî, têkiliyên civakî û çandî yên di navbera Kurd û Ereban de, rengekî ji rengê jiyana hevbeş derxist holê. Rêber Abdullah Ocalan jî bi pêkêşkirina projeya neteweya demokratîk li şûna netew-dewlet a xwedî yek ziman, yek çand û yek al, hîna bêhitir giringî û xurtbûna têkiliyên pêkhateyên herêmê, derket holê.

'ROLEKE OCALAN A MEZIN DI TÊKILIYÊN KURD Û EREBAN DE HEBÛ'

Nivîskar û lêkolînvan Ehmed Şêxo, pirsa ku rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de çawa têkiliya Kurd û Ereb nirxandiye, wiha bersivandin: "Rêber Abdullah Ocalan bi pêşkêşkirina çareseriyeke demokratîk a ji doza Kurd û dozên niştimanî re, roleke wî ya mezin di têkiliyên Kurd û Ereb de hebû. Li gorî Ocalan, çareserî li ser esasê toreya moderîneteya demokratîk e, ya ku xwe dispêre neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser ku tê de ciwan û jin roleke sereke dilîzin. Di heman demê de, Ocalan û tevgera wî ji tevgerên kurdî yên demokratîk ku li ser avakirina têkiliyan û hevkariya di navbera gelên herêmê de û di nav de gelê Ereb, xebitî. Her tim Ocalan hewl da ku van têkiliyan bike hevkariyên stratejîk."

Ehmed Şêxo wiha nirxandina xwe dewam kir: "Bi derasbûna Ocalan piştî derbeya 1980`î, li nava gelên herêmê û welatên Ereban yên Rojhilata Navîn tevî ku wê demê derfet hebû biçe Ewropayê jî û karkirina wî ya 20 salan ji bo avakirina têkiliyan bi kesayet, şepêl, eşîre û hêzên civakî û siyasî yên erebî, di heman demê de têkiliyên bi tevgerên Filistinê di salên 80`î de û şerê keleha Şiqeyîf û tevlêbûna gelek ciwanên Ereb di nava PKK`ê ji wan şehîd Ezîz Ereb, nîşaneyên pratîk û daxwaza rast a stratejîk a têkiliyên di navbera gelan de û ji wan têkiliyên Ereb û Kurdan de ye."

Şêxo anî ziman ku Ocalan piştrast dike ku hewcedariya Kurdan bi diplomasiyeke girîng bi cîranên xwe yên Ereb re heye û wiha dewam kir: "Ev diplomasî roleke xwe ya erênî di parastina hebûna Kurdan û bidestxitina mafên wan de heye."

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê û pêkanîna projeya neteweya demokratîk li Rojava û piştre li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav bû, êdî têkiliyên pêkhateyên herêmên vegeriya koka xwe ya dîrokî. Ji ber bi derketina rejîma dewlet-netew piştî şerên cîhanê yê yekemîn û duyemîn, rejîmên destpot ên ereban ên şofenîst Kurd wekî pêkhateyekî sereke  û şirîkê gelê Ereb paşguh kir. Rejîmên zordar ên Ereb bi vê yekê sînordar neman, di heman demê hewl dan ku ziman û çanda kurdî qir bike û hewldanên derxistina fitne û tevlehiya navbera Kurd û Ereban kirin û heta roja îro jî ev hewldan dewam dike.

Li Sûriyê jî hewldanên rejîma Baas a şofenîst ên derxistina fitne û tevleheviyê heta van kêliyan jî ranewestiyaye. Lê di bin sîwana Rêveberiya Xweser û têkiliyên kevnar a Kurd û Ereban de, hemû hewldanên rejîmê têk çûn.

'RÊVEBERIYA XWESER XWE DISPÊRE XURTBÛNA TÊKILIYAN DI NAVBERA GELÊN HERÊMÊ DE'

Ehmed Şêxo bal kişand ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser û got: "Di aloziya Sûriyê de û projeyên ku derketine, projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çanda herêmê, nirxa wê, îrade û pirengiya wê, mayînde kir. Eger em projeya Rêveberiya Xweser lêkolîn bikin, diyar dibe ku projeyekî xwe dispêre xurtbûna têkiliyan di navbera gelên herêmê de û di serî de gelên Kurd û Ereb. Tiştê ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê kiriye ku bi milyonan Ereb û Kurd ji DAIŞ û rêxistinên terorîst rizgar kir, piştrast dike ku têkiliyên Kurd û Ereb li ser esasê demokratî û xizmetkirina doz û berjewendiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Şêxo diyar kir ku destkeftiyên ku projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistiye, encama ked û pratîka mezin a rêber Abdullah Ocalan e.

Bi avakirina Hêzên Sûriyê Demokratîk(QSD) re ku ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û Çerkes pêk tê, wekî tabloyekî hevkarî û şîrîkatiya di navbera hemû pêkhateyan de ye. Bi têkoşîna hevkar a pêkhateyên di nava QSD`ê de, koka têkiliyên dîrokî ya navbera pêkhateyan de, jinûve zindî kir.

'AVAKIRINA QSD`Ê BI SERKEFTINA ÎRADEYA GELAN E'

Sekertêrê Giştî yê Kombûna Erebî ya Piştgiriya Doza Kurdî Dextor Teyîsîr Ebdulcebar El-Elosî behsa têkoşîna hevbar a QSD`ê kir û got: "Destanên lehengiyê yên QSD`ê ku ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê û di serî de Ereb û Kurd nivîsandine, wateyeke xwe ya giring heye, ne tenê wekî sembolek ji bo fikirekê ye."

Dextor Teyîsîr Ebdulcebar El-Elosî anî ziman ku avakirina QSD`ê bi serê xwe serkeftina îradeya gelan e û daxwazên wan ên azadiyê ye û li hemberî êrişên hovane yên çeteyan û hêzên inkîşarî yên osmaniya, têkoşîn kiriye.

El-Elosî diyar kir ku serkeftinên ku QSD`ê bi dest xistiye xwe dispêre têkiliyên bi gel û îradeya wê ya ku nûnertiya hemû pirrengiya etinkî û olî dike û ev jî nîşaneya pêşeroja Sûriyeya demokratîk a nû ye.

El-Elosî diyar kir ku divê rewşenbîrê Ereb hîna zêdetir bixebite da ku çanda hevbeş a aşîtiyane belav bike.

Bê guman li ser vê axa gelan, sazûmaniya eşîretî roleke giring ji bo parastina gelan ji pişaftinê, lîstiye. Eşîr wekî saziyên destpêkê ku gel li derdora serok eşîr kom dibûn û pirsgirêkên xwe çareser dikirin. Her wiha eşîran roleke giring û sereke di avakirina têkiliyan di navbera gelên herêmê de, nexasim di navbera gelên Ereb û Kurd de, lîstiye.

Rejîma Baas bi zanebûn hewl dida çanda eşîran ji holê rake û bêbandor bike. Ji aliyekî din ve jî dixwest eşîran bixe bin bandora xwe.

Yek ji rûsipiyên eşîra El-Cewale, Ebdurehman El-Reşîd, sazûmaniya eşîrtî û rolê wê di têkiliyên navbera pêkhateyên herêmê de, ji ajansa me re nirxand.

'EŞÎRAN ROLEKE MEZIN DI XURTBÛNA TÊKILIYÊN KURD Û EREB DE LÎSTIYE'

Ebdurehman El-Reşîd da zanîn ku tevî hemû hewldanên dewletên mêtînger û rejîmên otorîter ên keysbazkirina sazûmaniya eşîretî, lê vê sazûmaniyê li herêmên Cizîrê û Bakur  û Rojhilatê Sûriyê bi giştî li hemberî wan hewldanan li ber xwe da û got: "Dewletên mêtînger û rejîmên otorîter hewl dan ku vê sazûmaniyê xerab bikin û piştre şer di navbera eşîrên Ereb û Kurd de, derxin."

El-Reşîd behsa têkoşîna hevbar a eşîrên Kurd û Ereban li herêma Cizîrê de kir û got:"Eşîrên Kurd û Ereb li herêma Cizîrê dîrokeke wan a serfirazî û mezin li dijî zulm û mêtingeriya li herêmê heye. Şerê Beyandûr ku eşîrên Kurd bi eşîrên Ereb re, nexasim bi eşîra El-Cewale re li dijî zulma ku efserê fransî Roxan dimeşandin, bûne yek. Ev isbatekî mezin a li ser rola van eşîran di xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban de ye."

LI BEYANDÛR ÇI BÛ?

Sala 1923`an dema hêzên mêtinger ên Fransayê der basî herêma Cizîrê bû, li gundê Beyandûr a rojavayê bajarê Tirbespiyê, navendeke xwe ava kirin. Tê gotin ku wê demê qayimeqamê ku Fransayê erkdar kiribû Casim Efendî tevlî leşkerî wî, li herêmê kiryarên derexlaqî dikirin û zulm li dijî gelên herêmê dimeşandin. Ji bo bidawîkirina zulma fransiyan, bi alîkariya Kurdên ji Başûrê Kurdistanê, Kurd û Erebên ji eşîra El-Cewale li dijî Fransiyên li gundê Beyandûr serî hildan. Bi hevkariya Kurd û Ereban û di encama şerê sê rojan de, leşkerên Fransayê xwe ji gund vekişandin û Casim Efendî jî hate kuştin. Gelek nivîskar û şirovekar şerê li Beyandûrê wekî serhildana civakî binav dikin.

El-Reşîd diyar kir ku ev rola eşîran a giring heta roja îro jî dewam dike û got: "Bi yekbûna pêkhateya Kurd û Ereb di nava QSD`ê de û têkoşîna wan a li dijî DAIŞ û dagirkeriya Tirkiyê, ev rola giring e eşîran didome."

Ji rûsipiyên eşîra El-Cewale anî ziman ku di pêvajoyên zehmet ên ku di ser herêmê re derbas bûn, sazûmaniya eşîretî dûrî hemû berjewendiyên siyasî bû û bû navgînek di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de, tevlî hemû hewldanên qutkirina vê navgînê.

Çavkanî: ANHA