‘Têkiliya qatil bi êrîşkarên berê re heye’

Prz. Abdurrahman Karabûlût, destnîşan kir ku di êrîşa nîjatperestî de li ser bedena 6 kesî şopên 16 guleyan hene û got: “Têkiliya qatil bi êrîşkrên berê re heye.”

Otopsiya pêşîn a 7 cenazeyê ferdên malbata Dedeogûllari ku li navçeya Meramê ya Konyayê hatibûn qetilkirin temam bû. Li gorî agahiyên ku parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût da, di laşê 6 kesên ku hatine qetilkirin de 16 gule hene û rapora otopsiya kesek jî nehatiye zelalkirin. 

Karabûlût ku bi serdozger re hevdîtin kir, ev agahî dan: "Li gorî ku serdozger gotiye, têkiliya êrîşkar bi kesên ku beriya niha êrîş kirine re heye. Şeklê wî hatiye diyarkirin."