'Tecrîd bandorê li tevahiya Kurdan dike'
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku tecrî bandorê li tevahiya gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn dike.
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku tecrî bandorê li tevahiya gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn dike.
Ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 30 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Tecrîda mutleq vediguhere polîtîkayeke îmhayê li ser gelê Kurd.
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz li ser mijarê ji ANF'ê re axivî. Kalmaz diyar kir ku bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê re tecrîd bêhtir hate şidandin û destnîşan kir ku tecrîd li dijî îradeya siyasî ya gelê Kurd e. Mûrat Kalmaz got, "Tecrîda ku bi Îmraliyê re destpê kir, destpêkê li hemû girtîgehan belav bû. Weke ku tê zanîn 10 hezar girtiyên siyasî hene. Ji wir jî li ser tevahiya civakê belav bû."
Kalmaz destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û tevahiya girtîgehan ji niha û pê ve ew ê têkoşîneke hîn xurt bimeşînin û got, "Ji ber ku ev yek bandorê li deh hezaran mirovî dike. Tecrîd bandorê li hemû Kurdan dike. Em bang dikin ku ev yek tavilê bi dawî bibe.
Kalmaz ragihand ku tecrîd ne tenê li ser şexsekî ye û got, "Tecrîda ku îro li dijî Kurdan tê kirin, bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Bi taybetî ev polîtîka bandorê li Sûriyeyê, Îran, Iraq û Başûrê Kurdistanê dike. Lewma divê were dîtin ku tecrîd ne tenê li hemberî Kurdan e, li dijî hemû civakên li Tirkiyeyê ye. Nêzîkatiyên polîtîk ên bloka AKP-MHP'ê nîşan didin vê yekê bi şênberî radixe pêş çavan."
Mûrat Kalmaz diyar kir ku eger aboriya Tirkiyeyê di rewşeke bi vî rengî de be yek ji sedemên herî mezin jî tecrîda li Îmraliyê ye û got, "Ji ber ku ya ku aboriya vî welatî gihand vê astê, polîtîkayên şer e."
Mûrat Kalmaz bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û anî ziman ku muxatabê jinûve avakirina vê pêvajoyê diyar e û got, "Eger em dixwazin dawî li şer bê anîn, yekane çareserî diyalog e û muxatabê vê jî diyar e. Lewma divê tecrîda li Îmraliyê, tecrîda li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê tavilê bi dawî bibe."