Malbatên TAYAD'î ji bo cenazeyê Ayhan Efeoglu yê 20 sal berê hate windakirin, radestî malbata wî bê kirin meşiyan.
Malbatên TAYAD'î ji bo gora Ayhan Efeoglu yê ku di 6'ê cotmeha 1992'yan de hate binçavkirin û hate windakirin bê dîtin, li Taksîm Tramvayê hatin cem hev û heta ber Amadeyiya Galatasarayê meşiyan. Di meşê de pankrata "Gora Ayhan Efeoglu li ku derê ye, heta em bersiv digirim em bêdeng nabin" vekirin û dowîzên "Ya winda dike dewlete em dê hesabê bipirsin", "Ayhan Çarkin te cenazeyê Ayhan Efeoglu li ku derê veşart" û "Gora Ayhan Efeoglu li ku derê ye heta em bersiv digirim em bêdeng nabin" hilgirtin.
Li ser navê komê Nurî Cîhan Yandi daxuyanî xwend û diyar ku, Ayhan Efeoglu ji aliyê dewlet ve hate windakirin û 20 salin tu gavên şênber nahatin avêtin. Yandi anî ziman ku, Ayhan Çarkin 19 sal şûnda îtîraf kir ku, wan cenazeyê Ayhan Efeoglu li aliyê Trakyayê definkirin û wiha got: "Ligel vê îtîrafê cenazeyê wî nehate dîtin û radestî malbatê nehate kirin. Piştî îfadeyan hinek kolandinên xapînok kirin."
Yandi da zanîn ku, di serdema hikûmeta AKP'ê de nêzî 140 cînayetên kiryar nediyar pêk hatin.