Taşçier: Em ê li her platformê daxwaza statuya Kurdan bînin ziman

Wekîlê HDP'ê Îmam Taşçier ku li Meclîsa Tirkiyeyê di civîna têkildarî budçeyê de axaftina wî ya bi Kurdî hate astengkirin, diyar kir ku wê li her platformê daxwaza ziman û statuya Kurdan bînin ziman.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier li Meclîsa Tirkiyeyê di rûniştina têkildarî budçeyê de xwest bi Kurdî biaxive. Lê belê Serokwekîlê Koma CHP'ê Haydar Akar destûr neda. Taşçier li ser bûyerê ji ANF'ê re axivî.

Taşçier anî ziman ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî Kurdan ji dema avabûna Komarê û vir ve bi rêk û pêk dewam dikin û got, "Destûra bingehîn a faşîst a 12'ê Îlona 1982'an 19 caran hate guhertin. Tevî vê guhertinê jî di mijara ziman, statu, maf û azadiya Kurdan de ti guhertin nehate kirin. Tevî xala 42'an a Destûra Bingehîn jî zimanê Kurdan tê qedexekirin. Di xala 3'emîn a Destûra Bingehîn de tê gotin, her kesên li Tirkiyeyê dijîn Tirk in.

Min jî xwest ku bi zimanê xwe bi Kurdî biaxivim ku zimanê min li gorî wan qedexe ye. Min zanîbû ku qedexe ye, ji xwe dema mirov li ber qedexeyan ranebin û tênekoşin, ev qedexe bi dawî nabe. Ji bo min a girîng ew bû ku dawî li vê qedexeyê bînim. Lewma min xwest di civîna têkildarî budçeyê de fikrê xwe bi Kurdî bînim ziman. Min got ku di budçeyê de ji bo Kurdan tiştek nîne û sedema vê jî nenaskirina çand û nasnameya Kurdan e. Ji ber ku ji aliyê qanûnî û destûra bingehîn ve ne ewle ne, budçe bi vî rengî nayê amadekirin. Min hewl da ku vê bînim ziman, lê belê axaftina min birîn."

'DIVÊ STATU JI KURDAN RE BÊ DAYIN'

Taşçier destnîşan kir ku wê daxwaza ziman û statuyê ya Kurdan li her platformê bîne ziman û wiha dewam kir, "Diviyabû Serokwekîlê Koma CHP'ê ewqasî bi tundî tevnegeriya bûya. Vê yekê nêrîna CHP'ê ya li ziman, maf û azadiya Kurdan jî nîşan da. Ji welatên herî paşmayî heta bi yên herî pêşketî, li welatên ku zêdeyî zimanek heye, pêkanîneke bi vî rengî nîne. Di dema Saddam de jî ne bi vî rengî bû, di dema Esad de jî. Li welatên herî dîktatorî jî xweranegirtineke bi vî rengî nîne. Piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, xwestin ku girseyên cuda yên li welêt asîmîle bikin û bikin Tirk.

Hewl dan vê netewe dewletê ava bikin. Lê belê kirin nekirin nekarîn Kurdan asîmîle bikin. Bi sedan sal in bi darvekirinan, bi girtîgehan, bi kuştinan, bi dadgehên Şar Îslahatê nikarin vê bikin. Lewma wateya israra vê yekê nîne. Ji ber vê em ê statu, ziman û daxwaza Kurdan li her platformê bînin ziman."