Tarafê belgeya ‘komkujiya plankirî’ weşand!

Tarafê belgeya ‘komkujiya plankirî’ weşand!

Komkujiya ku piraniya wan zarokbûn 34 Kurdên sivîl hatin qetilkirin, rojnameya Tarafê îdîakir ku, xwe gihandine belgeya destûrê û got; “Ne komkujiya wê demê, komkujiya plankirî.”

Rojnameya ku diyar dike, xwe gihandina belgeya destûra operasyona Qilabanê ya 28’ê Kanûna 2011’an ya ji aliyê Cendirmeyan ve hatiye pêkanîn. Rojnameyê îdîakir ku, beriya tevgera esmanî, Fermandariya Cendirmeyan ya Şirnexê ji bo amadekariyê destûra operasyona bi navê “Yildiz” ji Walîtiya Şirnexê destûra binivîskî xwestiye.

Belgeya “veşarî”, tevgera esmanî ya li Qilabanê li hember pêşveçûnekî akût, bikaranîna înîsiyatîfekî demî pêşneketiye, radixe holê ku amadekariyên operasyonê beriya wê hatine kirin.

Li gorî rojnameyê destûra operasyonê li ser navê Fermandarê Cendirmeyan yê Bajar Albay Osman Aslan (li ser erkê xwe ye) Serpelê Cendirmeyan Ergun Ozgur xwestiye. Hate ragihandin ku, ev destûr jî Cîgirê Waliyê Şirnexê Turgay Îlhan daye.

Di daxwaza destûrê de hate gotin ku, “Di çarçoveya agahdarî û îstîxbaran de herêm weke cihê çûn û hatina endamên PKK’ê hatiye şîrovekirin” her wiha destpêkirin û bi dawî bûna operasyonê 28’ê Kanûn-29’ê Kanûna 2011’an hatiye not kirin.

Dîsan di belgeyê de ji 22.Fermandariya Tûgaya Sînor ya Cendirmeyan fermandarê Sêgirkê berpirsê bûyerê tê girtin, her wiha di hêza operasyonê de jî ev yekîne û ekîpman bi berfirehî têne rêzkirin: “2.Tîma Komando ya Cendirmeyan (Bi piştgiriya hewan û obusan): 1.Tîma Komando ya Cendirmeyan Tîma 2 GGK (îhtiyat/Hêzên berdest): 4x155 mm. Obus/Roboskî; 3x81 mm. Hewan/Geymîşule. Her wiha di belgeya daxwaza destûra operasyonê de xerîteyên ku bi awayek berfireh koordînatand didin jî heye.”