Li Tirkiyeyê hêjan nîqaşên ‘Cemxane cihê îbadetxaneyê ne yan na’ didomin, Parlementoya Basel ya Swîsreyê Elewî bifermî naskirin, Awûstûryayê jî rojên pîroz yên Elewiyan betlaneyên fermî îlan kir.
Parlementoya Basel Kantonu ya Swîsreyê pêşnûmeya “Baweriya Elewiyan bila bê nasîn” qebûl kir. Pêşnûmeya ku Yeketiya Çanda Elewî Bektaşî ya Baselê û Navenda Çanda Elewî ya Baselê di 22’ê Kanûna 2010’an de pêşkêşî Hikumeta Baselê kiribû, di rojên borî de li Parlementoya Baselê hate nîqaşkirin. Li gorî madeya 133’mîn ya di makezagona Kanton de cih digire, ya “Ji bo bawerî xwe îfade bikin, bikevin bin ewlekariyê” hate dengdan. Pêşnûmeya ku di Parlementoya Kanton ya sed kesî de hate deng dan, li beramberî yek “Na”, 13 “Bêlayen”a bi 68 dengên “Erê” hate qebûlkirin û bû biryar. Bi vî awayî li Swîsreyê ji dervey Xiristiyantî û Yahûdîtiyê cara yekem Elewîtî jî hate qebûl kirin.
LI AWÛSTÛRYAYÊ JÎ JI ELEWIYAN RE BETLANA FERMÎ
Li Awûstûryayê jî li ser pêşniyara Elewiyan, rojên Aşûre, rojiya Xizir, Newroz û cejna Qurbanê weke betlaneyên fermî hatin qebûlkirin. Di rojên betlane dê kesên di xaneyên baweriyan de “Elewî” di nivîsîn sûdê jê bibînin.
Li Awûstûryayê Elewîtî ji Kanûna 2010’an ve weke fermî tê qebûlkirin.