Rêveberiya Bajar ya Partiya Sosyal Demokrat ya Swêdê û Parlementera Partiyê Elin Lundgren serdana Kurdistaniyên li bajarê Gavle jiyan dikin kir û agahî girtin.
Hevdîtina ku li Lokala Meclîsa Gel ya Gavleborgê pêkhat, Sosyal Demokratan gotin, ji ber hilbijartinên 2014’an daxwaz û pirsgirêkên Kurdan hînbibin ziyaret kirin. Kurdistaniyan jî hem pirsgirêkên li Swêdê û Tirkiyeyê çavkaniya xwe digirin ji heyetê re ragihandin.
Hevserokên Meclîsa Gel ya Gavleborgê Abdullah Kaya û Sevîm Batte têkildarî pêşketinên dawî yên li Tirkiye û Kurdistanê agahî dan heyetê. Hevserokên ku balkişandin ser pêkûtî ku komkujiyên dawî yên li ser gelê Kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya birçîbûnê ya li zindanan û xwest Partiya Karkeran ya Sosyal Demokrat li hemberî pirsgirêka Kurd hîn bêhtir hîstiyar nêz bibe. Her wiha behsa girîngiya piştgiriya saziyên sivîl yên civakî û partiyên Swêd û Ewropayê bo tekoşîna Kurdan ya nasname, statû û zimanê zikmakî.
Piştî ku her du aliyan jî memnûnbûna xwe ya ji hevdîtinan diyarkir, her wiha li ser berdewama hevdîtinan li hev kirin. Biryar hate girtin ku, di rojên pêş me de jinên Kurd û jinên Partiya Karkeran ya Sosyal Demokrat bêne gel hev û li ser cih û rolê jinan di tekoşîna azadiya Kurd de nîqaş bikin.