Şoreşgerên Kurdistan yê 70’yan PKK’ê vedibêjin
Şoreşgerên Kurdistan yê 70’yan PKK’ê vedibêjin
Şoreşgerên Kurdistan yê 70’yan PKK’ê vedibêjin
Di 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê de yên ku heta niha şahidiya pêşketina wê kirine, vegotin.
Apocîtî çawa derket? Li Kurdistanê çi zehmetî hatin jiyîn? Di nava demeke Kurd de çawa bû hêzek bi bandor? Li gel darbeyê çawa li ser piya man? Sira têkoşîna bê navbera ya 36 salan çi bû? Ji Şoreşgerên Kurdistanê yên sala 1970’ê Tîmûr Fîdan, endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Cemal Şerîk, endamê Komîteya Ronakbiriyê ya PKK’ê Yilmaz Daglum û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Ferhat Mardîn PKK vegotin.
ENDAMÊ KOMÎTEYA NAVENDA PKK’Ê CEMAL ŞERÎK

Tevgera Apo wek mîrateya tevgera şoreşa 1970’ê derket holê. Mîsyona berdewamkirina bîranîna wan û rêya ku wan hiştiye berdewamkirin hebû. Li ser vê koma Apocî hat avakirin. Wê demê min jî ew li Enqereyê nas kirin. Wê demê zêdetir xwendekarên zanîngehê bi tevgera Apocî re diketin têkiliyê. Li gel ciwanên zanîngehê, li taxan jî rêxistibûnek dihat meşandin. Bêguman ciwanên wir temenê wan biçûk bûn. Diçin lîse, dibistana navîn. Wê demê her kesê xwedî li bîranîna Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya derdikevin, eleqe nîşanê Apociyan dan.
SALÊN TUZLUÇAYIRÊ
Ez xwendekarê dibistana navîn bûm. Li taxê Apocî hebûn.Em li taxa Tuzluçayirê bûn. Ji komên şoreşger ên din jî kes hebûn. Aliyên cuda hebûn. Lê yê ku herî zêde bala min kişand Apocî bûn. Rojname difrotin, mîtîng dikirin, nivîs li dîwaran dinivîsin. Pevçûnê wan bi faşîstan re dibûn. Kes tevlî wan dibûn.
CUDAHIYA APOCIYAN
Cudahiyek Apociyan hebû. Xebatên xwe bi cidiyeteke mezin dikirin, rastiya dewletê didîn û li gorî wê tevdgeiriyan, kesê ku bi wan re diket têkiliyê perwerde dikirin û pêş dixistin. Her tim civîn çêdikirin, nîqaş dikirin û dixwendin. Bandora Kemal Pîr li ser taxa me Tuzluçayirê çêbû. Dîsa hevalê Hakî û Mazlum jî dihatin û diçûn. Rêber Apo jî dihat û diçû.
KOMA TUZLUÇAYIRÊ TEVLÎ APOCIYAN BÛ
Eleqeya min destpêkê ji bo şoreşgeriyê çêbû. Piştre tevgera Apocî derket û min ew nêzî xwe dîtin. Hevalên min ên taxê hebûn. Birayê min zanîngeh dixwend. Têkiliya wî jî bi Apociyan re hebû. Ez di 1976’an de bi wan re ketim têkiliyê. Ev 15 salî bûm. Tevlî perwerdeyên rêxistinê dibûm. Peywir didan min. Yanî êdî ez di nava tevgera Apocî de bûm.
XEBATA ESAS: AJÎTASYON
Wê demê me bi giranî xebatên perwerde û propagandayê dimeşand. Li dibistanê li dijî faşîstan çalakî pêk dihatin. Bêguman çalakiyên profesyonel jî çêdibûn. Lê xebata me ya esas xebata îdeolojîk, propaganda û kadroyên nû bûn.
SERDEGIRTINA MALAN
Di 1977’an de li Tuzluçayirê bi ser malan de girtin. Mala hevalê Karasu jî hat serdegirtin. Yên li dijî me operasyon pêk anîn Kemal Yazicioglu û ekîba xwe bû. Tîmên tevgera taybet bûn. Em li eraziyek vala bûn, me jê re digot koxuşa 8’an. Me li wir nîqaş dimeşand. Serokatî jî hat wir. Wê demê ji me re got bi ser mala hevalê Karasu de girtine. Dema me Serokatî dît, em ketin nava fikaran. Ji ber ku operasyonan 3-4 rojan berdewam dikir.
Serokatiyê ez şandim mal a hevalê Karasu. Got biçe ka li wir çi bûye. Dema ez çûm min dît ku li malê qerekol hatiye avakirin. Min dît Albay Kemal hat. Ez sekinim. Ez nas dikirim. Çend roj berê bi ser mala me de jî girtibû. Ez jî dûr ketim û çûm cem Serokatiyê. Min ew agahdar kir. Bi vî awayî me pêşî li xetereyek mezin girt.
ZÎNDAN
Di 1978’an de ez yekem car ketim girtîgehê. Du mehan mam. Dema PKK hat damezrandin ez di zîndanê de bûm. Ez gelek kêfxweş bibûm. Ji ber wê pêvajoya şoreşgerî destpê bikira. Ez wê demê biçûk bûm. Min perwerde didît. Min rojeva partiyê dizanibû. Li gorî wê min pirtûk dixwend. Avakirina partiyê tiştekî ku me dipa bû. Me heta 1981’ê xebatên PKK’ê meşand. Xebatên komîteyê hebûn. Di 12’ê Îlonê de xebatên komîteyê vekişiyan asta nûneriyê.
Piştî 12’ê Îlonê derketim lê dîsa li min geriyan. Beriya 12’ê Îlonê bi biryara Serokatiyê gelek kes ji welat derketibûn. Lê beşek mabû. Rêxistinbûn kêm be jî berdewam dikir. Ez jî li Tirkiyeyê mam. Di 1981’ê de ez dîsa hatim girtin. Du mehan di lêpirsînê de mam, piştre ez birim girtîgehê. Ez li Îzmîrê hatim girtin. Li Çanakkaleyê û Eskîşehîrê girtî mam. 15 sal derbas bûn.
KOMÊN DIN BAWER NEDIKIR
Li zîndanê komên şoreşger ên din digotin ew PKK’ê nas dikin û pirsgirêka Kurd dizanin. Lê nas nedikirin. Mînak di 82’an de çalakiya Mazlum Dogan pêk hatibû. Di demek kurt de agahî hat ji me re. Min ji tevgerên çep ên Tirkiyeyê re digot; binêrin li Girtîgeha Amedê tiştên wisa dibe, hevalê Mazlum şehîd ketiye’. Lê komên çep ên Tirk bawer nedikirin ku PKK li dijî îşkenceya dewleta Tirk çalakiyek wisa bi heybet pêk bîne.
YEK JÎ BIMÎNE TUYÊ BIBÎ KOMUN
Li girtîgehan bi giranî şeklekî jiyanê ya ku perwerde û komunên PKK’ê esas digire hebû. Ev terzeke jiyanê ya ku hem îdeolojî û hem jî di alî polîtîk de zindî mayînê hedef digire. Ji roja destpêkê tevgera Apocî bi komunan xwe rêxistin kir. Bi tena serê xwe jî bimîne komun e.
Plansaziya xwe ya rojane derdixist û rapora xwe amade dikir.
15’Ê TEBAXÊ BANDOREK ÇAWA LI ZINDANÊ KIR
Ez di 15’ê Tebaxê de di girtîgehê de bûm. Li gorî hevalên din avantaja min zêde bû. Li gorî hevalên din ez dereng hatibûm girtin. Min xebatên der zêde dizanî. Agahî ji der ve dihatin. Me dizanibû ku xebatên rêxistinî berdewam dikin. Ji ber vê jî me tiştekî wisa dipa. Lê me zûtir dipa. Yanî 15’ê Tebaxê moralekî mezin da me.
LI BER DERÊ GIRTÎGEHÊ ÇÛK
Ez heta 96’an di girtîgehê de mam. Ez ji Girtîgeha Çanakaleyê derketim. Roja derketim hevalan li ber derî çûk difirandin. Ev tiştekî gelek weş bû. Ji wê komê piştî demekê hevalên şehîd ketin hebûn. Rojbin Serhat, Sadigul Okmen, Erol Bul (Şehîd İsa), Gokhan Erhan (Ferhan). Yên din ên ji wê komê niha li gerîlan e xebatan dimeşînin. Komek wisa mezin wisa xweş ez pêşwazî kirim. Heman şevê ez ji Çanakaleyê vegeriyam. Çûm cem malbatê. Du sê roj şûnde ez çûm Yewnanîstanê.
18 SAL ŞÛNDE YEKEM HEVDÎTINA BI SEROKATIYÊ RE
Ez ji wir şûm Şamê gel Serokatiyê. Roja din Serokatî hat. Behsa çalakiya hevala Zeynep Kinaci û rapora wê kir. Pişt re em çûn xwarinê. Hevalek din ya ji Tuzluçayirê hebû. Serokatiyê got; 'Dema min hûn hiştin hûn zarok bûn, niha porê we spî bûye. Binêrin ez çiqas li ser xwe me.’ Yek gotinek Serokatiyê ji bo me bes bû. Min li qada Serokatiyê dewreya perwerdehiyê dît. Em bi hevalên Cuma re derbasî Zapê bûn.
SALÊN GERÎLATIYÊ
Mirov di nava wê têkoşînê de zehmetiyê nafikirin. Peywir çi dibe bila bibe divê bê bicihanîn. Dema mirov di nav de be zehmetî çi ye, mirov zêde hîs nake. Dema biser dikeve jî kêfxweşiyek mezin diafirîne. Dema aliyên xwe yên kêm dibîne, li xwe dixeyide û hêrs dibe.
KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
Em gelek caran ketin zorê. Mînak demên em bê çare hiştin, ez gelek xistim zorê. Rewşa esareta Serokatiyê. Dema herî zehmet bû. Ji ber ku gotin qediyabû. Tiştên divê bihata kirin hebû. Me nekarî tiştek bikira. Yanî divê em li ser piyan sekinîbana. Lê di demên wisa de ev têr nedikir. Di demên wisa de me pêşî bigirta. Demê herî min dide zorê ev dem in.
STATUYA CIWAN-EXTIYAR TUNE
PKK jiyan bi xwe ye. Bi me statuya ciwan extiyar tune. Em nabêjin ev ciwan ev extiyar e. Di nava pergalê de statuyek ciwan, zarok û extiyar heye. Li gorî wê tê bicihkirin, lê em ne wisa ne. Ez di zarokatiya xwe de tevlî PKK’ê bûm. Min di nava PKK’ê de xwe nas kir.
PKK DI RASTIYÊ DE 43 SALÎ YE
Dema em dîroka PKK’ê bigirin dest PKK niha dikeve sala xwe ya 43’an. Yanî di vê pêvajoya 43 salî de pêvajoya 37 salan bi nasnameya PKK’ê hatiye meşandin. Di vê demê de demên zehmet çêbûn. Lê di demên zehmet de demên herî kêfxweş jî hebûn.
EM BI NEVIYÊN HEVTEMENÊ XWE RE LI ÇIYÊ NE
Bifikirin neviyên hevalên me yên wê demê niha bi me re li çiyayan e û niha em bi wan re dijîn, têdikoşin. Ev jî nîşan dide ku têkoşîn gihiştiye kîjan astê. PKK niha civak bi xwe ye.
PKK DI RASTIYÊ DE ŞOREŞ KIR
Dema em derketin rê me got şoreş. PKK di rastiyê de şoreş kir. Yanî rastiya civakbûnê ya ku taybetiyên nû û nasname qezenc kir, afirand. Bi vê rastiyê dikeve sala 37’an.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RONAKBÎRIYÊ YA PKK’Ê YILMAZ DAGLUM
Min li Dêrsîmê dibistana mamostetiyê dixwend. Em komek heval bûn. Heval Cuma Tak, Mehmet Sevgat û Veysî Badem ku ji koma me ya 11-12 kesî şehîd ketin, zêde derketin pêş. Em komeke ku di nava lêgerînên nû de bûn. Li aliyê din jî me klasîkên Marksîst, dîrokên tevgerên rizgariyê yên cîhanê xwendin. Em di nava hewldana rêxistineke jiyana komunal bûn. Di serê sala 76’an de min Alî Haydar Kaytan di salên dibistanê de nas kir û min Apocî jî nas kirin.
ELEQEYA JI BO ÇEPGIRIYÊ PÊŞ DIKEVE
Em wek zarokên gelê bindest, ne hêsan bû ku wisa Tirkbûnê biçewisînin. Dema me li dijî çepgiran sempatî hîs dikir, dema ku Denîz û Mahîr gihiştin şehadetê bû. Piştî şehadeta Mahîr, Denîz û Kaypakkayayan em ber bi biryarbûnekê çûn.
Di biryargirtinê de ruhê ciwantiya demê bi bandor bû. Wê demê li Başûrê Kurdistanê tevgerên Barzanî bi bandor bûn.
ÇIMA APOCÎ?
Lê jiyana komên ku îdîa dikirin çepê temsîl dikin, ne li gorî terza jiyana me bûn. Ji malbatên me kê çend qirûş pere bihata me teslîmî hevalê Veysî Badem dikir. Hemû hewcedariya wê komê wî hevalê dikir. Komên din jî behsa jiyana komunal dikirin, lê bi tu kesî re tiştek wisa tunebû. Em li jiyanek azad û bi hev re digeriyan. Me Lenîn dixwend. Me di nêzîkatiya çepa Tirk de tiştek nedît. Tişta em lê digeriyan şoreşger sosyalîst bûn, lê di heman demê de nasnameya neteweyî bû jî. Naskirina Apocîtiyê ev hest bi me re ava kir: Forma ku ev demeke dirêj em lêdigerin ev e. Apociyan wê demê hemû cudahî wek dewlemendî qebûl dikir.
BÎRANÎNEK BI KEMAL PÎR RE
Wê demê me ev mijar bi Kemal Pîr re zêde nîqaş kir. Ez bîranînek xwe bêjim; piştî têkçûna 74’an li heval Kemal Pîr digeriyan. Hatibû dibistana me. Çend rojan li gel me ma. Me têkçûna tevgera Barzanî nîqaş dikir. Kemal Pîr gotibû ‘Tevgera Barzanî îxanet e’ û em li dijî vê derketibûn. Lê nedigot ‘Gelê Başûr û malbata Barzanî hemû xayîn e.' Yanî qebûlkirin wisa ne hêsan bû.
Heval Kemal Pîr ji bo me moral û coşek mezin bû. Piştre em bi hev re li girtîgehê man. Mirovekî xweş, şorşegerekî mezin ê enternasyonalîst bû. Mirov dikare heman tiştî ji bo Hakî Karer jî bêje.
APOCIYAN ÇI NÎQAŞ DIKIR?
Apocî beriya bibin PKK’î dema dihatin cem hev tevgera netewî ya Vîetnamê di wê demê de dihat jiyîn nîqaş dikirin. Rojeva me ya serî de tevgerên şoreşger, tevgerên rizgariya neteweyî bûn. Ji bilî wê jî me gotin em jiyanek çawa rêxistin bikin.
Cudahiya di navbera nîqaşên me yên wê demê û niha de, ji parvekirina zanîna entelektuel wêdetir, avabûna di terza formulasyonên ku dikarin pêk bêne de bû.
GEL DEMA APOCÎ NAS KIR FERQ KIR
Gelê Kurd ji gotinên ku nakeve pratîkê gelek têre. Wê demê jî wisa bû. Wê demê ji şoreşgeran re digotin telebe. Li qadên ku em dijiyan zêde tune bûn. Li herêmê zêdetir tevgerên reformîst, DDKD û Rêya Azadiyê hebû. Hemû karê wan jî nîqaşên komeleyan bûn. Lê dema ku gel Apocî nas kir, cudahiyek girîng tespît kirin; telebe diaxivin, lê Apocî tişta ku diaxivin pêk tînin. Heta digotin Apocî destpêkê dikin, piştre diaxivin.
GEL ÇAWA QEBÛL KIR
Her kesî digot ew li dijî zilma polîs û cendermeyan e, lê me çalakî pêk dianî. Çalakiyek me hebû. Polîs û cenderme ketin nava tevgerê. Ji mezinên bjar dixwestin me teslîm bikin. Me jî got ku ger hêza wan hebe bila bên me bigirin. Gel jî xwedî li me derket li dijî zilma polîsan rawestiyan. Her kesî behsa mafê karkeran gundiyan dikir, lê em di 1977’an de bi gundiyan re diçûn kar û me bi xwediyên kar re ji bo rewşa wan bê başkirin şer dikir. Me teqez encam digirt. Ji ber vê gel em qebûl kir. Em komek ciwan bûn, li pişt me eşîr tune bûn. Lîderên komên reformîst ên Kurd, zarokên axa, beg û şêxan bûn. Em jî zarokên malbatên xizan bûn. Em di nava gel de dijiyan.
TEVGEREKE RASTÎ YA GEL
Mirovên şoreşger dikarin pisgirêkên gel baş tehlîl bikin Lê hîskirina wan zêde ne hêsan e. Mîrov çiqas cahîl be jî dema hûn bi hestên wî biaxivin wê ji axaftinên, we fêm bike. Ji ber vê jî me propagandaya tiştên dibihîst û dixwend nedikir. Em zarokên xizanan bûn. Dema me tiştên jiyabû vedigot, bi awayekî herî zelal vedigot. Hewcedariya wî gelî ne bi propagandayê bi rêxistinbûnê hebû. Ji ber vê sedema xwedî derketina li tevgera Apocî ev bû tevgereke rastî ya gel bû.
APOCÎ ÇAWA DIJIYAN
Malên me malên komun bûn. Her hevalê ji derve dihat hewcedariya wê malê dikir. Saetek di destê me de piştî çend mehan şûnde te bi wî hevalî re nedidît. Saetên xwe didan hev. Amûrên ji bo şoreşê dihatin bikaranîn hevpar bûn.
Îro jî aliyên herî girîng ê tevgera Apocîtî, terza jiyana komunal e. Mirov tenê ji bo çek û gerîlayan nayên. Bêguman bandora vê jî heye. Lê bandora jiyana komunal gelek mezin e.
ÇIYA JI QESRA ERDOGAN BI EWLETIR E
Erdogan ji bo xwe qesre ji hezar odeyê pêk tê çêkiriye. Gelo şevekê jî li wir rehet radizê. Ez qet ne baweri m ku rehet radizê. Lê ez li serê van çiyayan tenê rojekê bi tirs şiyar nebûn. Vê têkoşînê ev fêrî me kir: Tiştekî ez winda bikim tune, cîhaneke ez qezenc bikim heye.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê FERHAT MARDÎN

Min di 1977’an de di payîzê de Apocî nas kirin. Ji wê rojê û şûnde ez d nava têkoşînê de me.
Berê li Dêrikê KUK û DDKD hebû. Heval hêj nehatibûn qadê. Lê me heval û têkoşîna wan bihistibû. Gelek erênî behsa wan dikirin. Lê me ew nedîtibûn. KUK û DDKD heval xerab dikirin. Lê me mereq dikir. Em 9-10 heval bûn. Em gundîbûn. Naqokiyên me yên di navbera jiyana bjaar û gund de li pêş bû. Ev naqokî ji dibistana seretayî heta PKK’ê min her tim jiya.
MIN DI LÎSEYÊ DE ŞOREGERÎ NAS KIR
Ciwanên şoreşger yên li Zanîngehê xwe rêxistin kirin, bandora wan li ser lîseyê jî çêbûn. Li herêma me KUK û DDKD hebû lê em komek serbixwe bûn. Me xaniyek kirê kiribû û me nîqaş dimeşand.
APOCÎ HATIN MAL
Rojekê sê biyanî hatin mala me. Me nas nedkir. Me pirsîn. Gotin ew şoreşgerên Kurdistanê, Apocî ne. Kelecana min gelek zêde bû. Me sohbet kir. Komek din hat. 17 kes bûn. Em li odeya xwe ya biçûk runiştin. Yên din ji DDKD’ê bûn. Me jî got ev ji ku derketin. DDKD’iyan got;Apocî hun çima hatin vir kesekî ji we hez bike tune li vir. Apociyan jî got: “li vir der barê me de dij-proptanda tê kirin, tiştên me nekiriye ji gel re tê vegotin.em bo vê hatin vir. Vê propgandayê hun dikrin.’ DDKD got êdî neyên vir, Apociyan jî got ‘ev der Kurdistane li ku Kurd hebe emê biçin wir.’ Sê kes bûn. Gelek bixwe bawer bûn. Ev heval biraziyê min Mahmtu Guden ew jî şehîd ket, anîbû mala me. Ew jî ji koma me bû.
MAHMUT GUDEN
Heval Mahmut di pevçûnekê de bi giranî birîndar dibe û beriya bigihêje şehadetê bi xwîna xwe li esr ji xwe nivisa ‘sempatîzanên PKK’ê nemirin’ dinivîse.
NASKIRINA MAZLUM DOGAN
Komelya Pitşevaniya Civakî ya li gundekî nêzî bajar hebû. Li wir her yekşemê semîner dihat dayîn. Min û Mahmut Guden me sreî li wê komeleyê da û me xwest li ser dewletê semînerek bê dayîn. Rojek dan me û me li ser pirtûkên Marks, Engels û Lenîn lêkolîn kir û em bo semînerê çûn. Me nizanî çi rast û çi şaşe. Xwendekaran salon tije kiribû. Me nivîsa xwe ya ku derxistibû xwend.
Komek Apocî ya ji sê kesan pêk dihat jî hatibû. Ji DDKD û KUK jî kes hebûn. Piştî semînerê me navê kesên biaxive girt. Apociyekî got navê min Ahmete. Yên KUK û DDKD’ê hatin teza me rexne kirin. Marks û Lenîn qebûl nedikrin. Ahmet mafê axaftinê girt. Di destê wî de lênûskek hebû, beyî lê binêre diaxivî. Li ser lênûskê Riya Şoreşa Kurdistan dinivîsi. Beriya axaftinê got serokatiyek me heye. Got; min axaftina kesê li gel xwe heta dawiyê guhdar kir lê ez qebûl nakim kes axaftina min bibire. Me gelek mereq kir. Em gelek di bin bandora axaftina xwe de man. Lê piştre me hîn kir ku ew Mazlum Dogane. Hevalê Mazlum wê şevê heta sibê bi min re axivî. Me soz da heval Mazlum em Apocî bûn êdî.
Em li dijî zanîn û cesareta hevalê Mazlum heyran mabûn. Mînak di komeleyê de nêzî 50 kesî hebûn, heval Mazlum bi zanînek mezin bervisa hemû pirsan da. Gelek bixwe bawer bû. Hemû pirsên DDKD û KUK’ê bi bersivên xwe vala derxist. Her tişt dizanibû, em matmayî hiştibûn. Me pirtûk vedikir, lê dinihêr, hevok bi hevok wî pirtûk vedigot.
TÊKILIYÊN HEVALTIYÊ
Me ji xwe re digot Şoreşgerên Kurdistanê. Apocîtî ruh bû, her kes nekarîbû bigihiştay. Me hevalatiya di nava PKK’ê de bi sê hevalên ku hatin mala me de dît. Li hemberî hev rêzdar bûn, parve dikirin, axaftinên wan li gorî kesên din cuda bû.
Me nedihişt zirar bigihêje tu hevalekî me. Mînak me nedhişt hevalên me cigarê bikişînin. Ji ber ku me digot canê me ne aydê meye ew can aydê vî gelî û vê partiyê ye. Vê jî girêdana me ya bihev nîşan dida. Di qada jiyanî de kesî ji kesî ji hev talîmat nedipa. Hevalan berpirsyariya xwe dianî cih.
RÊBAZÊN JIYANA KOMUNAL
Me jiyanek bi pîvani jiyanek kolektîf esas digirt. Û di jiyana hevalan de di jiyana partîbûnê de pratîk û teorî her tim yek dihat girtin. Me çi digot ew dihat kirin. Ez bi dîtina heval Mazlum Dogan tevlibûm. Ez bi heval Mahsum Korkmaz re mam. Min xwest ez wek mîlîtanê vê partiyê bibin bersiva paradîgmaya Rêber Apo. Di têkoşîna meya 36 slaan de me hesab ji kesên îxanet kir nepirsî. Me ev peywir baş neanî cih.
Ev 36 sale têkoşîn bê navber didome û ev jî girêdayê terza serokatiyê ye. Rêber Apo her tim 10 salên şûnde difikirî. Her tim ji bo her tiştî amade bû. Ev taybetiya wî her tim hebû.
SERKEFTINA PKK’Ê
PKK tevgereke mirovahiyê ye. Rêxistineke kedê ye. PKK rêxstineke girêdayê gotina xwe ye. Gotin û pratîka PKK’ê yeke. Di roja me ya îro de êdî partiyeke gele. PKK parêzvanê heqîqetê ye.
TÎMUR FÎDAN

Zarokatî û ciwantiya min li Amedê derbas bû. Ez zarokê malbatek xizan bûm. Min dibistan heta lîseyê li Amedê xwend. Min çanda bajar girtibû lê ez bi giştî jiya gund qut nebibûm. Îro tiştêk qels û kêm tê dîtin wê demê gelek girîng bû.
LI AMEDÊ HER RÊXISTIN HEBÛN
PKK hinek dereng hat Kurdistanê. Beriya PKK’ê Kurdistan bi hinek rêxistinên Kurd hatibû dorpêçkirin. Bi taybet Ame di dorpêçê de bû. Gelek kesê xwe wek demokrat, çepgir didan nasîn hebûn. Em bo PKK’ê hinek dezavantaj bû.
DI SERÊ DE KURDISTAN TUNEBÛ
Behsa Kurd û Kurdistanê dihat kirin. Lê di serê me tiştek nedihat teşekirin. Bê guman li ser vê bandorên qirkirna çandî hebûn. Rewşeke înkarê mijara gotinê bû. Wê demê Kurd tiştek îfade nedikir.
Yanî bêbawerî û bê hêvîbûn di asta herî jor de dihat jiyîn. Ji bo ev ji holê rabe divê di nava têkoşîna Kurd û Kurdistanê de nirxek bihata afirandin. Li derdora ciwanên rewşenbîr û xwendekar hinek tiştên toeorîk dihatin nîqaşkirin hebûn. Lê rewşek nediyar hebû. Li Kurdistanê hewayek wisa serdest bû.
NAVÊ WAN HER DIÇÛ BELAV DIBÛ
Em komek serbest a xwendekaran bûn. Em nîqaş dimeşand. Di dema pêvajoya van nîqaşan de DHKP-C ji me re balkêş dihat. Navê apociyan her diçû belav dibû. Me jî dixwest em wan nas dikin.
Wê demê organeke weşanê ya hevalan tunebû. Hemû nîqaş yekser dihatin kirin. Ji ber vê jî ditina hevalan wisa ne hêsan bû. Piştî lêgerîneke demdirêj me xwe gihand van hevalan. Nîqaş ji me re gelek cuda dihatin. Uslub û terza wan gelek cuda bû. Mijar mijarên ku me dizanî nîn bûn. Nîqaşên wan cuda bûn. Di helwesta hevalan de cidiyetek mezin hebû.
MIN ZÊDETIR DÎT
Tiştên min di PKK’ê de lêgerîn dikir, zêdetir min dît. Wê demê min di nava ciwanan de xebat dimeşand. Min jî di nava van hevalan de xebat meşand. Rastiya gotinên min bandor li ser mirovan dikir. Tiştên bandor li min dikir jî ne mumkun bu li ser ciwanên din bike.
NE BI JI BO ZORÊ DILDARÎ ESAS BÛ
Berê hilweşîn û rizandina civakê ne di vê astê de bû. Bandora modernîzmê hebû. Lê civakîbûnek hebû. Jiyana hevpar, jiyana komunal eleqeyek mezin didît. Bi komên ku hatine avakirin re rêgeza vekiribûnê esas bû. Parvekirin û bawerî bibû feraseta jiyanê. Malên komunê dihatina vakirin. Perwerde dihatin dayîn. Tiştek ji kesekî re bihata her kesî parve dikir. Her kes neçar bû hilberîne û kedê bide. Ne bi zorê her kesî bi dildarî dikir.
JI KESÎ RE NEDIGOTIN HÛN ŞAŞIN
Di nava de gel de bê bawerî, bê hêvî û cîdî negirtin rê li ber zehmetiyan vedikir û li dijî vê ji bo ku ev bê guhertin têkoşînek mezin dihat dayîn. Wê demê kesî bawer nedikir ku tevgera Apocî bi ser bikeve. Mirovan her tim ev digot: 'Hûn mirovên baş û xweş in, hûn tiştên baş difikirin, lê ev tiştên ku hûn dibêjin nayê pêkanîn.’ Me têkoşîna ku mimkun nedihat dîtin meşand. Di vir de dirustbûn û rastî têr nedikir. Ji kesî re negotin, ‘Hûn şaş in’.
Îqnakirina mirovan gelek zehmet bû. Tenê kesên ji rêzê ev nedigot. Rêxistinên çep ên Tirk û rêxistinên Kurdan jî heman tişt digot. 'Em diçûn ku derê digotin nabe. Vê bêbaweriyê em gelek didan zorê. Lê li gel vê Apociyan tişta nedibû pêk anîn.
DÎROKA MIROVBÛNÊ
Mirovahî li ser vê axê vejiya û pêş ket. Ev axa ku welatê mirovahiyê bi awayekî mêtinger bimîne, ne di cih de bû. Ji ber vê PKK bi ser ket. PKK belkî bi awayekî fermî di 78’an de hat avakirin lê dîroka wê dîroka hebûna mirovahiyê ye. Ji ber vê jî ez PKK’ê wek têkoşîna gel didim nasîn.