Sînemîllîoglû: Em ê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng nemînin
Hevseroka Rêxistina HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû, bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û got, "Em ê li dijî êrîşan bêdeng nemînin û netirsin."
Hevseroka Rêxistina HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû, bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û got, "Em ê li dijî êrîşan bêdeng nemînin û netirsin."
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binçavkirina endamên partiyên xwe daxuyaniyeke hevpar dan û bertek nîşan dan. Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqerê, Alinterî û gelek nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan daxuyaniyê. Li eywanê pankarta “Em di siyaseta demokratîk de bi israr in. Zext, binçavkirin û girtin nikarin me têk bibin” hate daliqandin.
Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû ya di civînê de axivî, bi lêv kir ku dewleta Tirk êrîşî çavkanî û qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine û anîn ziman ku ev jî şerekî li dijî sivîlan e.
Sînemîllîoglû, diyar kir ku AKP’ê û MHP’ê piştî hilbijartinê polîtîkayên xwe yên zext û çavtirsandinê zêde kirine û wiha got: “Di nava hefteyekê de di serî de partiya me li dijî beşên sosyalîst û mûxalîf binçavkirinên zêde çêbûn. Di nava vê demê de 246 kes hatin binçavkirin û heta niha 5 hevrêyên me li Stenbolê hatin girtin.”
Sînemîllîoglû, anî ziman ku kesên dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin û kesên di vê de israr dikin hewl tê dayîn ku bên tasfiyekirin.
Sînemîllîoglû, da zanîn ku daraz di vê pêvajoya tasfiyeyê de weke amûrek tê bikaranîn û ev tişt got: “Rejîma AKP’ê û MHP’ê hewl dide hemû daxwazên maf, azadî û aştiyê bi tundî û zexta dewletê ji holê rake. Divê bizanin ku di serî de têkoşîna jinan, tevgera siyasî ya Kurd, beşên mûxalîf ên sosyalîst dê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin, natirsin û ji daxwazên xwe bi ti awayî bi paş ve gavê neavêjin. Em ê dest ji israra xwe ya siyaseta demokratîk bernedin, em ê bi israr aştî û azadiyê biparêzin.”