Şervanên Xezeba Firatê gundê El-Xesaniyê jî rizgar kirin

Şervanên QSD′ê di Pêngava Sêyem a Xezeba Firatê de, gundê El-Xesaniyê jî rizgar kirin.

Di çarçoveya Pêngava Sêyem a Xezeba Firatê de, şervanên QSD′ê li baskê Ebû Xeşeb, gundê El-Xesaniyê yê 27 km dikeve rojhilatê bajarê Reqayê, rizgar kirin.

Bi vê yekê şervanan bajaroka El-Kerame ya dikeve rojhilaltê bajarê Reqayê, bi temamî dorpêç kirin.

Pêşveçûna şervanan li herêmê berdewame.