Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng
BI DÎMEN

Şervanên QSD’ê ketin taxên rojhilatê Reqayê

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ketin taxên rojhilatê Reqayê. 8 gundên ku dikevin aliyê başûrêrojhilatê Reqayê jî hatin rizgarkirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de pêş ve diçin, dest bi operasoyan taxên rojhilatê Reqayê kirin. şervan ketin taxan. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di malpera xwe ya fermî de dîmen parvekirin.

Li aliyê din, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, 8 gundên ku dikevin rojavayê Tebqa û başûrê Rojavayê Reqayê hatin rizgarkirin.