Sersaxiya gerîla Ramazan Temel bi girseyî hat ziyaretkirin

Sersaxiya gerîlayê HPG’ê Ramazan Temel ê li herêma Omeriya ya Mêrdînê şehîd bibû, bi girseyî hat ziyaretkirin.

Li navçeya Wêranşara Rihayê ji bo gerîlayê HPG’ê Ramazan Temel (Nurhak Dêrik) ê ku di şerê 10’ê Cotmehê de li gundê Cinata yê herêma Omeriya ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê di şerê ku derketibû de şehîd bibû, sersaxî hat dayîn.

Bi pêşengiya Komeleya Çandî, Alîkarî, Piştevaniyabbi Malbatên Xizmên xwe Windakirine yên Xaka Qedîm (KATDER), endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî di nav de gelek kes beşdarî serdana sersaxiyê bûn.

Konê sersaxiyê taxa Emîroglû ya navendî ya Wêranşarê hat vedan û ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne deqeyek rêz hate girtin. Di serdana sersaxiyê de dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin.