Serokwezîrê Iraqê: Divê leşkerên Tirk ji Mûsilê vekişin

Ebadî ev nêrîna xwe li Bexdayê ji Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan û Musteşarê Wezareta Karên Devre Ferîdûn Sînîrolgû re ragihand.

Serokwezîrê Iraqê Ebadî da xuyakirin, ku ji bo 'krîza Mûsilê' ya di navbera Enqere û Bexdayê de rû daye çareser bibe, divê leşkerên Tirk vekişin.

Ebadî ev nêrîna xwe li Bexdayê ji Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan û Musteşarê Wezareta Karên Devre Ferîdûn Sînîrolgû re ragihand.

Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî diyar kir ku ji bo rewşa tengezar a têkiliyên Tirkiye-Iraqê sererast bike, girîng e leşkerên Tirk xwe bi temamî ji Iraqê vekişînin.

Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan û Musteşarê Wezareta Karên Devre Ferîdûn Sînîrolgû, piştî hevdîtina li Enqereyê ya bi Mesûd Barzanî re çûbûn Bexdayê.

Ebadî ji heyeta Tirk re got, "Ji bo 'krîza' ji ber hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Mûsilê rû da çareser bibe, divê hêzên Tirk bi temamî ji xaka Iraqê vekişin."