Serokê Komîsyona Binî ya Terorê parlamenterê AKP’ê yê Amasyayê Nacî Bostanci ku di bin bana Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovana TBMM’ê (meclîsa Tirkiyey) de hatiye avakirin, diyar kir ku bo ku aştî pêk were her hevdîtinê dê pêk bîne. Bostanci polîtîkaya çareseriyê ya 30 salî jî rexne kir.
Nacî Bostanci ku serokê komîsyona binî ya terorê ye û di bin bana Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM’ê de hatiye avakirin, 4 roj berê bi hin endamên komîsyonê re lêkolîn kiribû û şahîd guhdarî kiribû. Nacî Bostanci destnîşan kir ku teror bi çekê nayê çareser kirin û got ku geşedanên ku ev 30 salin diqewime li ber çavan e.
Bostanci wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger kul i Tirkiyeyê aştî pêk were, xwîna kesekî din nerêje, ya herî bi mantiq eve ku divê bi her kesî re hevdîtin bê kirin. Ji bo kul i vî welatî teror bi dawî bibe, mirov nemirin, aştî pêk were û Tirkiyeke azad a demokratîk pêk were, ez bo her hevdîtinê amade me.”