Serokê Koma Partiya Çep a Elmanyayê serdana Rojava kir

Serokê Koma Partiya Çep a Elmanyayê serdana Rojava kir

Serokê Koma Partiya Çep a di Parlamentoya Elmanyayê de Gregor Gysi serdana Rojavayê Kurdistanê kir. Gysi ku rojekê li Rojava ma bi Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Ekrem Hiso re civiya. Her wiha serdana Kampa Newroz a bajarê Dêrikê jî kir.

Hate ragihandin ku Serokê Koma Partiya Çep a di Parlamantoya Elmaniyayê de Gregor Gysi duh di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Gysi ji aliyê Serokê Desteya Karên Derve Salih Gedo û Cîgira wî Emîne Osê û Rêveberê Navenda Geşkirina Aborî ya herêma Cizîrê Dozdar Hemo ve hate pêşwazîkirin.

Gysi di serdana xwe ya Rojava de bi Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Ekrem Hiso û Cîgirê wî Hisên Ezam re civiya.

Gysi di hevdîtinên xwe de yên bi Rêveberên Herêma Cizîrê re geşedanên dawî yên Rojava,  êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana şervanên YPG’ê gotûbêj kir.

Gysi her wiha bal kişand ser rola jinan û şervanên YPJ’ê di berxwedana li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û diyar kir ku gelê Elmaniya alîgir şoreşa Rojava ye.

Serdana Serokê Koma Partiya Çep a di Perlemantoya Elmaniyayê de Gregor Gysi ya Rojava bi serdana Kampa Newroz û şopandina rewşa koçberên Şengalê bi dawî bû.