Serlêdan ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re hat kirin
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku nêzîkê sê salan e tu agahî jê nayê girtin, careke din serlêdan hat kirin.
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku nêzîkê sê salan e tu agahî jê nayê girtin, careke din serlêdan hat kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî, ji bo dîtina miwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Îmraliyê tecrîdkirî ne, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Ji 25’ê Adara sala 2021’ê ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.
Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hefteyê du caran serlêdanê dikin; lê ne ‘erê’ ne jî ‘na’ bersiv ji bo tu serlêdanê nayê dayîn.
Di nava 12 salan de bi tenê pênc caran parêzeran karî hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin. Ji 7’ê Tebaxa sala 2019’an ve ku hevdîtina dawîn a parêzeran e, çar sar buhurîne.